• DOLAR 32.683
  • EURO 35.158
  • ALTIN 2453.534
  • ...
 "Ji medeniyeta xerba bêhnpêketî hêvîkirina tiştekî beyhude ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku li Qonyayê bi endamên çarpemeniyê re hat bal hev di derbarê  şewata ku li Edenê di xewgeheke xwendevanan de pêk hat de, di derbarê têkilîyên bi YEyê re de û di derbarê qetlîamên li Arakan û Sûriyê tên kirin de daxuyaniyên girîng da.

Yapicioglu di destpêka axavtina xwe  kesên ku di şewata li Edenê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Weke ku hûn jî dizanin li Edenê  hadîseke elîm pêk hat.Di şewata ku di xewgeheke xwendekeran de  şewat derket û di vê şewatê de  wezîfedarekî xewgehê tevde 12 xwendevan jiyana xwe ji dest dan.Ez di serî de ji wan ewladên me û ji wezîfedarê xewgehê re ji Xweda Teala rehmetê teleb dikim.Her wiha ez ji Xweda ji bo wan kesên birîndar şifayê teleb dikim.”

“Şewata li Edenê divê bi şikleke cîddî bê vekolînkirin”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir bi rastî jî ev bûyer bi elem e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Deriyê merdîwena şewatê girtî ye ku ev yek vê êşê mezintir dike.Merdîwenên şewatê di rewşên wiha de derîyên derketinê ne, da ku tiştek bi serê tu kesî neyê.Diviyabû ev derî her tim vekirîbana, lê belê girtîbû ku ji ber vê yekê mirin çêbûn.Ji ber vê yekê divê li ser vê meselê bê sekinîn û ev mesele bi şikleke cîddî bê lêkolînkirin.”

 “Ger ku ew birêkûpêkkirina ku dê çêkirin li gor maslahata milletê be em ê jî destekê bidinê”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de di derheqê hevdîtinên makeqanûnê yên AK Partî û MHPê de  nirxandinan kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Çûyîn hatin çêdibin.Lê belê digel ku hejmera maddeyên ku wan li ser wan li hev kirine kêm be jî wiha diyar e ku di nava AK Partî û MHPê de lihevkirinek heye.Ji serokatiyê bi ber Serokomartiya Partiyî û ji wir jî bi ber pergela Serokomartiyeke ku dê bi partiya xwe re têkiliyê qut bike û bi raya xelkê bê hilbijartin ve guhartin hene.Di encamê çi derkeve holê em hêvî dikin ku ji memleket re bi xêr be.Em wek HUDA PARê vê yekê dibêjin; Ger ku ew birêkûpêkkirina ku dê çêkirin li gor maslahata milletê be em ê jî destekê bidinê.Ji bo vê yekê jî divê hûrgilî eşkere bibin, em li bisebir li benda vê yekê ne.Înşaallah di demeke nêz de wan tiştên ku li ser wan lihevkirinek ji raya giştî re parve bikin.Ger ku vê yekê bi partîyên siyasî re jî parve bikin em ê helwesta xwe ya di vî warî de diyar bikin.”

 “Sekinadina pêvajoya endamtiya YEyê  li gor me ya herî rast”

Yapicioglu di derheqê daxuyaniyên ku di derbarê muzakereyên bi YEyê re hatibûn dayîn de jî wiha got: “Herî dawî Birêz Serokkomar got ku ‘Me defterê hêj negirtiye.’Ango derî piçekî vekirî hişt.Ew têkilîyên baş ên cîrantiyê û dê yên ku bên pêşve birin divê li ser menfeatên beramber bin.Sekinadina pêvajoya endamtiya YEyê  li gor me ya herî rast e.”

 “Piştî ku Misliman biratiyê ji bîr kirin ketin vê rewşê”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe qala geşedaniyên ku li Sûriyê û Iraqê diqewimin de nirxandinan kir û wiha destnîşan kir: “Li Sûriye û Iraqa ku dilê cografyaya ummetê ye wek avê xwîn diherike.Heleb tê xerakirin û şewitandin.Mirinên siwîl zêde dibe û hawar û qêrîna zarok û pîrekan li her derî belav bûye û zêde dibe.Ji bilî vê li Arakanê jî êş û zehmetiyên ciddî tên kişandin.Li Arakanê jenosîdek, komkujiyek tê kirin.Li wê derê temamê hemanên komkujiyê  bi xemnexwarî tê kirin.Li wê derê ji tecawuzên girseyî û sistematik bigrin heta bi saxî însan tên şewitandin û bedenên wan tên parçekirin û li bazaran tên teşhîrkirin.Raya giştî ya navteweyî di vî warî qet dest bi hereketê nake.Mixabin ummeta Îslamê jî ji ber rewşa ku tê de ye  û ji ber meseleyên bi heqê we li ser vê meselê nasekinin.Piştî ku Misliman têgihiştina ummetbûna û bûyîan biratiyê ji bîr kirin ketin vê rewşê.Bûn parî parî û yek bi yek tên tunekirin.Em hêvî dikin demildest ji nû ve têgihiştina ummetbûnê bivejî û Misliman fêm bikin ku birayên hev in û her wiha  di vê çarçovê de ji hev re bibin  alîkar.”

“Ji bilî vê yekê tu rêyeke din nîn e”

Yapicioglu di dawiya axavtina xwe de wisa destnîşan kir : “Ji medeniyeta xerbê ya bêhnpêketî hêvîkirina tiştekî beyhude ye.Înşaallah dê rojek bê û dê ummeta Îslamê bi xwe ve were  û dê di nav xwe de yekîtiyê saz bike.Wê demê dibe ku were asteke wisa ku dê karibe  li temamê dinyayê edaletê tesîs bike.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir