Li Semsûrê qezaya trafîkê: 6 birîndar
Di qezaya ku li navçeya Kahtaya Semsûrê pêk hat de 6 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin qeza li ser Rêbeja Kahta-Semsûrê pêk hat.Transîta ku ajokara wê Çîgdem Tatar bû û wesayîta ku ji hember dihat li hev qelibîn.Di encama qezaya ku pêk hat de Çîgdem Tatar, Canan Arslan(37), Zeynep Koç (14), Fatma Mayîk (24), Vîldan Ozkan (18) Hatîce Îremdaş(16) birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kahtayê.(ÎLKHA)