• DOLAR 32.557
  • EURO 34.978
  • ALTIN 2458.845
  • ...
Ji hewa dîmenên nû yên Sûrê hatin kişandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dîmenên nû yên navçeya Sûra Diyarbekirê yên ku piştî PKKyiyan berîqet saz kirin û çal vedan şer derket û ji ber şerê jî qedexeya derketina derve hat îlankirin hatin kişandin.

Pîştî texrîbata ku li navçeya Sûrê pêk hatibû dîmenên cûr bi cûr hatibûn kişandin. Rewşa navçeya Sûrê ya ku di dîmenên herî dawî de hatine kişandin dilê mirov dişewitîne.

ÎLKHA beriya şerê navçeyê di meha Nîsana sala 2015an de dîmenên ku bi amûrê bê însan hatine kişandin rewşa navçeyê ya ku hêj xera nebûye dide nîşandan. Dema ku mirov dîmenên di meha Gulana sala 2016an de hatine kişandin tên muqeyesekirin navçe bûye kavil.

Tê dîtin ku gelemperê mizgeft, dibistan û malan xisarê dîtine. Bi taybet Mizgefta Hocaogluyê ji bilî ve ji holê rabûye. Ji Mizgefta Haci Hamît bes mînareya wê ser piyan maye. Dibistana Suleyman Nazîfê ya ku ji 3 bloqan pêk dihat bes bloqekî li ser piyan maye. Hemama Paşa ya Dîrokî xisarê dîtine û rewşa herî dawî yên Mizgefta Kurşunluyê û Mînareya 4 Ling tê dîtin.

Gelek malên ku piştî qedexeya li taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoğlu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaş û Cadeya Gaziyê hat îlankirin ji bilî ve xera bûne bala mirov dikêşe. (ÎLKHA) 





























Bu haberler de ilginizi çekebilir