Karûbarên Derve ji Îranê re peyama taziyê weşand
Wezîrtiya Karûbarên Derve Ji ber qezaya trenê ya ku li Îranê pêk hatibû û di encama qezayê de 45 kes jiyana xwe ji dest dabû peyamek serxweşiyê weşand.
Di encama qezaya li eyaleta Semnana Îranê ya ku 2 trên lihev qelibîbûn de 45 kes miribûn. Wezîrtiya Karûbarên Derve ji ber vê yekê peyamek serxweşiyê weşand.
Di peyamê de wiha hat diyarkirin: “Hatiye ragihandin ku di îstasyona trenê ya Hefthanê ya Îranê de di encama lihevqelibîna 2 trênan de 45 kes jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 100 kes jî birîndar bûne. Ji ber vê em pir xemgîn in. Di serî de xizmên kesên ku jiyana xwe ji dest dane serê gelê Îrana cîran û dost û ya hikûmetê xweş bibe. Xweda şîfa bide birîndaran.” (ÎLKHA)