• DOLAR 32.469
  • EURO 34.822
  • ALTIN 2445.527
  • ...
Mizgefta Hz. Suleyman û 27 Sehabiyan pirr tê ziyaretkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Diyarbekirê Mizgefta Hz. Suleyman û Gorên 27 Sehabiyan ji teref însanan ve gelek eleqe lê tê kirin. Kesên ku vê derê ziyaret kirin diyar kirin ku sehabî bi exlaqê Pêxember hatine terbiyekirin.

Wekê ku tê zanîn Platforma Evîndarên Pêxember li gelemperê Tirkiyeyê meha mijdarê wek ‘Meha Sehabiyan’ îlan kiiribû. Kesên ku mizgeft û gorên sehabiyan ziyaret kirin destnîşan kirin ku ev îlan pir watedar e.

Ji ziyaretvanan Abdullah Basma bal kişand ku sehabî ew kesin ku wan jiyana Pêxemberê me dîtine û ji jiyana wê mînak hildane. Dûvre Basma wiha li axavtina xwe zêde kir: “Piştî sehabiyan tabîun jî di heyama Pêxemberê me de wek helqeyên zincîran bi heve girêdayî bûn. Misliman îro çiqas ji Îslamê dûr bibin ew qas ji hev dûr dikevin.”

 “Ew jî însan bûn lê wan nefsa xwe terbiye dikirin”

Mehmet Bakişkanê ku ji bo ziyareta mizftê hatibû wir diyar kir ku îlankirina meha mijdarê a wek ‘Meha Sehabiyan’ pir watedar û baş e. Dûvre Bakişkan wiha pê de çû: “Wekê ku em dizanin 27 sahabî li vir radizên. Wan xwe fidayê rêya Xweda kiribûn. Ew li hemberê Mislimanan bi rehmet û li dijî kafiran jî xedar û dijwar bûn. Di vê rêyê de şehîd bûn. Watyeya sehabeyê ‘dostbûna bi Xweda re ye’. Wekê Hz. Alî, Hz. Omer û Hz. Ebubekîr..”

Bakişkan wiha dawî kir: “Sehabiyan xwe fidayê Xweda kiribûn. Divê ku em wan ji xwe re bikin mînak. Wekê wa em hevdû hez bikin û qîmetê bidin hev.”

Mehmet Çelîkê ziyaretvan jî di derbarê mijarê de wiha diyar kir: “Ez bawer dikim duayên ku min li vir kiriye dê were qebûlkirin. Wekê her wextê em îîbadetên xwe li vir dikin. Pêwîst e ku em sehabiyên xwe nas bikin.”

Fatma Esena ku westiye Mizgefta Hz. Suleyman û Gorên 27 Sehabiyan ziyaret bike û ji ber vê yekê hatiye wir wiha diyar kir: “Em him ji bo ku li vir îbadet bikin û him jî dua bikin hatine vir. Ciyeke xweş e. Bila herkes were vir.”

Muhammed Aydin wiha diyar kir: “Pêwîst e ku însan dîrok, dîn û çanda xwe nas bike. Pêxember, sehabî û alimên xwe nas bike. Ji ber vê yekê îlankirina meha mijdarê ya wekê ‘Meha Sehabiyan’ pir baş e. Ji kesên ku keda wan di vê yekê de heye re teşekur dikim.”

Fehîme Dagkuşu diyar kir ku derdê wan pir heye û lawekî wan di girtîgehê de ye. Dûvre Dagkuşu wiha diyar kir: “Em him dua dikin û him jî em dixwazin ku duayê me li dereke wiha qebûl bibe. Ez dixwazim ku efû were.”

“Pêwîst e ku em xwedî li sehabiyên xwe derkevin”

Şukran Guneş jî wiha ragihand: “Em dixwazin ku aşitî çêbe. Bira birayê nekûje. Em di nav aşitiyê de bi hev re bijîn. Pêwîst e ku em xwedî li sehabiyên xwe derkevin.”

Gorên 27 Sehabiyan

Sehabiyên ku li ber kêleka Mizgehta Hz Suleyman definkirî ne: “Hz.Suleyman, Hz.Ridvan, Hz.Mesut, Hz.Beşîr, Hz.Hamza, Hz.Amr, Hz.Sabe, Hz.Sabît, Hz.Zeyd (2 kesên ji hev cûda), Hz.Halîd (2 kesên ji hev cûda), Hz.Numan, Hz.Muhammed (2 kesên ji hev cûda), Hz.Abdullah (3 kesên ji hev cûda), Hz.Hasan (2 kesên ji hev cûda), Hz.Ka'b-Zîşan, Hz.Fudayl, Hz.Malîk, Hz.Fahr, Hz.Ebul Hamd, Hz.Ebu Nasr, Hz.Mugîre (radıyallahu anhum). (ÎLKHA) 





















Bu haberler de ilginizi çekebilir