Eskerek jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn
Di êrîşa ku ji teref PKKyiyan ve li Şernexê hat lidarxistin de eskerek jiyana xwe ji dest da û 2 jê esker û 3 jê gundparêz birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin PKKyiyan êrîşa bombeyî birin li ser Girê Herinoya Çiyaya Cûdî.Di êrîşa ku hat kirin de çawîşekî pîspor jiyana xwe ji dest da û 2 jê esker û 3 jê gundparêz birîndar bûn.(ÎLKHA)