• DOLAR 32.543
  • EURO 35.052
  • ALTIN 2431.702
  • ...
 "Pêwîst e mezlumiyet û mehrumiyet gor kesan neguhere"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di beşa 2 yemîn a panela ku bi navê “Mexdûrên Daraza 28ê Sibatê û FETO” ji teref Serokatiya Bajarê Stenbolê ya HUDA PARîê ve hatibû lidarxistin de qala neheqiyan hat kirin û hat diyarkirin divê mezlumiyet û mehrumiyet gor kesan neguhere.

Panel di moderatortiya Serkan Ramanli de hat lidarxistin. Serokê Giştî ya Îmkan-Derê Yardımcısı Nuray Canan Bezîrgan, Rojnamevan Yakup Kose, Parêzer Kaya Kartal, Serokê Buroya Medyaya Tirkiyê ya Hîzb-ut Tahrîr Mahmut Kar, Rojnamevan Nevzat Çîçek û Serokê Giştî yê Ozgurû-Derê Ridvan Kaya di panelê de her yekî pêşewaziyeke kirin.

Serokê Giştî ya Îmkan-Derê Yardımcısı Nuray Canan Bezîrgan diyar kir ku hewldana derbeya 15ê Tîrmehê rûyê rastî ya FETO derxistiye holê.

Bezîrgan dûvre wiha axivî: “Piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê li Tirkiyê em êdî dikarin di derheqê mexdûriyetan de biaxivin. Em qala kesên ku bi telîmata Fetullah Gulenê sergerdeyê FETO ye dikin û wîjdan, aqil û hirîyeta xwe ji re kirê kirine dikin. Herkes qebûl dike ku ev kom di hcreyên li Tirkiyê cidî wek rêxistin hatine rêkupêkkirin û ev yek jî perçeke bidestxistina Tirkiyeyê ye. Me van di salên 1998-1999an de dît. Mixabin ji wan rojan heta îro gotinên me pere nekirin. Ji wan salan heta van salan bi vê rêxistinê gelek mexdûriyet pêk hatine. Ev 20 sal, 15 sal in ku însan mexdûr bûne. Em dibin şahidên vê yekê.”

Rojnamevan Yakup Kose jî ragihand ku gelek kes ji teref daraza 28ê Sibatê û FETO ve hatine mexdûrkirin û ev yek jî hêj didome.

“Heke em dixwazin ji 15ê Tîrmehê hesab bipirsin divê ku em deriyên zindanan bişkînin û birayên xwe derêxin”

Kose diyar kir ji bo kesên ku di zindanan de ne derkevin çi ji destên wan tê ew dikin. Dûvre Kose wiha diyare kir: “Niha hakimên ku bûne sedema girtina birayên me di heman girtîgehê de ne. Me bi bürokrasiye heta siyasetê û ji siyasetê heta darazê bi herkesê re axavtin kir. Çi ji destê me tê em dikin. Tişta ku nahêle ji dil hesaba 28ê Sibatê were dîtin 17-25ê Berfanbarê ye. Sedema ku hesaba 17-25ê Berfanbarê jî nayê dîtin 15ê Tîrmehê ye. Heke em dixwazin ji 15ê Tîrmehê hesab bipirsin divê ku em deriyên zindanan bişkînin û birayên xwe derêxin.”

“Divê dosyayên ku ji salên 90an dest pê kirine ji nû ve werin tehqîqkirin”

Parêzer Kartal Kaya diyar kir kesên ku belesebeb hatine girtin hêvîdar in ku mexdûriyeta wan pêk were. Dûvre Kaya wiha destnîşan kir: “Divê ku em vê yekê ji wîjdana 3-5 parêzeran re nehêlin. Divê di bergeha guhertina qanûnî de dosyayên ji salên 90an pê ve heta yên daraza 28ê Sibatê, piştî sala 2000an di bergeha saziya paralel a ku zêdetir dihat dîtin dosyayên ku ji salên 90an dest pê kirine ji nû ve werin tehqîqkirin.”

“Pêwîst e ku hikûmet van mexdûriyetan çareser bike”

Serokê Buroya Medyaya Tirkiyê ya Hîzb-ut Tahrîr Mahmut Kar destnîşan kir ku sedema pirsgirêkan rejîm e. Karê ku ragihand divê ku hikûmet di derbarê vê yekê de gav bavêje û mexdûriyetên di vê çarçovê de çareser bike. Dûvre Kar wiha axivî: “Kesên ku di hindir de ne qeder e. Lê wezîfeya me ya di derbarê vê yekê de ew e ku em ji bo ku ji bo vê yekê gav bavêje û mexdûriyetan çareser bike bang li hikûmetê bikin.”

“Divê ku pêşiya van were girtin”

Rojnamevan Nevzat Çîçek wiha axivî: “Mijara bingehîn divê ku mirov bi 2 şiklê li ser bisekine. A yekemîn nêrîna 28ê Sibatê ya li Mislimanan. Ya duyemîn nêrîna FETO ya li Mislimanan. Em qala mijara ku geh geh ew ji hev dû îstîfade dikin. Kurtasiya nêrîna resmî ya klasik wiha bû; Ev însan di gotina xwe de qest dikin. Ji xeynî Îmam Xatîban ew bi dersxane, kursên Qur’anê û zanîngehan xebatên berfireh dikin. Fealiyetên irtîcaî didomînin. Gor xwe fealiyetên xwe didomînin. Wek zanîn di qadên qamuyê de berê xwe didin hedfên spesîfîk. Zilam digêhêjînin. Di saya xewgeh û pansiyonan de derfetên sitirînên temîn dikin. Bursên zêde didin xwendekaran. Amûrên perwerdehiyê temîn dikin. Ji ber vê yekê divê ku pêşiya van were girtin.”

Çîçek wiha qala nêrîna dûyemîn kir: “Vakif, komele, her kî bibe kesên ku mixalifê Fetullah Gulen e dê werin pasîvîzekirin. Dê çawa vê yekê bike? Bi qadeke ku her cûr qumpas helal in, her cûr neqencî wek helal tê hesibandin û her cûr rêbazên ku helal in. Gelo wek esas bes pirsgirêka 28ê Sibatê? Ne. Em hemî jî dizanin ku ev li Tirkiyê pirsgirêkeke pergalî ye. Ji damezrandina cumhuriyetê pê ve hûn dikarin Esad Efendî û Şêx Saîd daxilê vê yekê bikin. Lê hûn nikarin bibêjin bes muemeleyên ku di 28ê Siabtê de hatine kirin li wir mane. Pirsgirêk ev e.”

Gotarvanê dawî yê panelê Serokê Giştî yê Ozgurû-Derê Ridvan Kaya bû. Kaya di axavtina xwe de diyar kir divê ku mexdûriyetên 28ê Sibatê û FETO pêk anîne demildest werin çareserkirin.

Kaya wiha axivî: “Ji bo mexdûriyetên ku heta îro pêk hatine ji destê kî çi tê bike. Li vir berpirsyarî bes ya hikûmetê nîne. Wek Misliman pêwîst e ku em ji her çarçovê û ji her cemaetê dengê xwe bi şiklekî baş bikind bikin.” (ÎLKHA) 





















Bu haberler de ilginizi çekebilir