• DOLAR 32.899
  • EURO 35.265
  • ALTIN 2470.214
  • ...
 "Dengê me heta îro nehat bihîstin an jî nayê xwestin bê bihîstin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di bergeha lêpirsîna ku piştî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê hat destpêkirin de  bi hezaran endamên darazê yên ku bi FETO re têkîldarin ji wezîfê hatibûn dûrxistin û bi sedan kes jî hatibûn girtin.Ji rexekî ve mexdûriyetên ku ji teref van kesan ve hatibûn kirin hêj li benda çareseriyê ne û ji rexê din ve jî ji teref Serokatiya Bajêra Stenbolê ya HUDA PARê ve paneleke bi navê ‘Mexdûrên 28ê Sibatê û Daraza FETO’ hat tertîpkirin.

Birêvebirên teşkîlata bajêra Stenbolê ya HUDA PARê, rojnameger, temsîlkarên STKyan û naskirîyên mexdûran beşdarî panelê bûn.

Di niştina yekemîn a panelê de Parêzer Murat Sadak, Rojnameger Arzu Erdogral, Esra Elonu û  Semîha Demîra ku xanima hikûmxwariyê Hîzbullah Yasîn Demîr e axavtinekê kirin.Modaratoriya panele ji teref Minevver Aktaş ve hat kirin.

Serokê Bajêrê Stenbolê yê HUDA PARê Erdal Elîbuyuk di destpêka bernamê de axavtina destpêkê kir.Elîbuyuk di axavtina xwe ya ku di destpêka bernamê kir de destnîşan kir mexdûrîyeta komên Îslamî beriya 28ê Sibatê destpê kiriye û komplo û kumpasên FETO berdewam dike, em hêvî dikin ev panel bibe wesîleya çareserkirina mexdûriyetan.

 “Ji gelek kesên di girtîhê de re cezaya hebsa muebbet hatiye dayîn”

Piştî axavtina xwe destpêkê Parêzer Murat Sadak axavtinek kir.Parêzer Sadak di axavtina xwe ya ku kir de balan kişande li ser bêhiqûqiyên ku li dijî kesên xwediyê nasnameya Îslamî ne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mexdûriyeta komên Îslamî beriya 28ê Sibatê destpê kir û ev yek di salên 2000an de gihaştin asta herî zêde.Ji bo cemaet û camîayên Îslamî hiqûqa dijminane hat tetbîqkirin.Ew cezayên ku hatin dayîn jî ji teref 9emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind ve bêyînihêrtinê hatin tesdîqkirina.Ewil divê têgihiştina dewletê bê guhatin.A niha nêzî 300 kesî  ji ber fealiyetên xwe yên Îslamî di girtîgehê de ne.Ji van 300 kesan nêzî 220 kesî ji doza Hîzbullah hatine girtin.Ji van re cezaya giran a muebbet hatiye dayîn.Digel vê yekê  mexdûrên dozên Doza Sêwasê, Hîzb-ut Tahrîr, Hareketa Îslamî, ÎBDA-C û doza Tewhîd Selamê jî hene.Ji bilî van jî mexdûriyet pêk tên.Lewra mexdûrên ku welat terikandina û ji dê û bavê xwe dûr dijîn jî hene.Em van jî bijmêrin ev hejmar zêde dibe.Em ji dewletê efûyê naxwazinî em dixwazin bila edalet bê tesîskirin.”

 “28ê Sibatê gelek jiyanan tarûmar kir”

Rojnameger Arzu Erdogral jî di derbarê mexdûriyetên ku 28ê Sibatê û daraza FETOyê ji wan re bûn sedem kir û destnîşan kir pêwîst e demildest ev mexdûriyet bên çareserkirin.Erdogral dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em îro hatin bal hev da ku em ji bo wê edaleta ku her çi qas derengmabî jî bibêjin edalet, edalet, edalet.Gotin dê 28ê Sibatê hezar sal berdewam bike. 28ê Sibatê gelek jiyanan tarûmar kir.Em îro li vê derê wê edaleta ku derengmaye teleb dikin.Heyata gelek însanan mehf kirin.Digel vê yekê malbatên mexdûran bi gelek zehmetîyan re rûbirû hiştin.Pêwîst e ew qerarên ku ji teref endamên darazê yên ku di bergeha lêpirsîna FETO de di girtîgehê de ne bên betalkirin.”

Rojnameger Esra Elonu jî destnîşan kir haya wê ji wan mexdûriyetên ku pêk hatine heye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku Yasîn Boru hat şehîdkirin min weşaneke zindî kir.Di weşanê de diya Yasîn Boru pirs kir ‘Lawê min çi ji wan kir?’Ev ax axeke wiha bû ku ez di bin tesîra wê de mam.Axa diya Yasîn wan însanan dît.Ez dizanim ku piştî 15ê Tîrmehê  dengê mezlûman zêdetir derket.Em ê ji îro pê ve li pêvajoyê binêrin.”

 “Zarokên me di riyên girtîgehê de mezin bûn”

Semîha Demîra ku xanima hikûmxarê Hîzbullah Yasîn Demîr e jî qala mexdûriyetên ku ew jiyana kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber ku zilamê min bi nasnameya xwe ya Îslamî dihat zanîn li zora FETOyê zalim çû.Tiştên ku li birayên wî kirin li wî jî kirin.Di seat sisêyê şevê polêsên FETOyê zalimê di ser mala min de girtin.Bi dehan polêsên rûyên wan nixumandî derîyê me bi funyeyê teqandin û zilamê min binçavkirin.Dema ku zilamê min ji min re digot ‘bavê min bigere bila werin rajin tê’ lê didan.Me 20 rojan ji zilamê min xeber nestandin.Polêsan di mala me de qeraqol saz kiribûn, xwediyê xaniyê me ji wan pirs kir ka çi bûye, lê wî jî binçav kirin.Dû re jî wî serbest berdan.Piştî 20 rojan ez hînbûm ku wî xistine Girtîgeha Erzerumê.Ger ku ji van Mislimanan re cezaya muebbet hatibe dayîn ji malbatên wan re muebbeta giran hat dayîn. Zarokên me di riyên girtîgehê de mezin bûn.”

 “Ev ji zilmê pê ve çi ye?”

Demîr di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir digel teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê rûyê heqîqî ya FETO derketiye holê û wiha ragihand: “Hemû kes fêm kir ku ew însanên çawa ne.Vanan zilm li me kirin.A niha ketin girtîgehan.Ev kesên ku zilmê kirin çûn wan Yusufiyên ku ceza ji wan re dabûn.A niha çima mudaxeleye li tiştên ku van kesan kirine nayê kirin.Ev yek ji zilmê pê ve çi ye?”

“Dengê me heta îro nehat bihîstin an jî nayê xwestin bê bihîstin”

Demîr di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir zilamê wê di girtîgehê de nexweş bûye û nexweşiya wî lê zêde kiriye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev birayên we yên Misliman dema ketin zindanan bi sihet bûn.Ew di wan zindanan de nexweş ketin.Ji van kesên ku di girtîgehê de nexweş ketin yek jî zilamê min e.Bi zilamê min re nexweşiya hepatîta kronîk heye.Nexweşxaneya Numune ya Erzerumê di derheqê nexweşiya zilamê min de raporak amede kir û destnîşan kir ku divê ev nexweş di girtîgehê de neyê girtin.Lê belê Nexweşxaneya Numune ya Enqerê berewajiya vê raporê raporekê amade kir.Sûcê me çi ye?Sûcên birayên we yên Misliman xizmetên Îslamî ne.Ger ku van derxînin derve ew ê ew civakê islah bikin.Gelek seyda û alim di girtîgehan de ne. Dengê me heta îro nehat bihîstin an jî nayê xwestin bê bihîstin.Ger ku digel qerîn û hawara me dengê me neyê bihîstin em dibêjin ‘‘Hasbîallah we nîmel wekîl.’ Înşaallah em ê derketina zilamên xwe bibînin.Mixabin hinek dê û bav zarokên xwe nedîtin û rehmet kirin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir