"Em wek Mislimanan barê dinyayê li ser milên xwe digrin"
Serokomar Erdogan beşdarî civîna ÎSEDAKê bû û axavtinek kir, Erdogan di axavtina xwe ya ku di civînê de kir de destnîşan kir 'Em wek Mislimanan barê dinyayê li ser milên xwe digrin.'
“Em wek Mislimanan barê dinyayê li ser milên xwe digrin”
Civîna 32yemîn a Komîteya Daîmî ya Hevkariya Tîcarî û Îqtîsadî ya Teşkîlata Hevkariya Îslamê hat lidarxistin. Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî beşdarî vê civînê bû û di destpêka civînê de axavtinekê kir.Serokomar Erdogan di axavtina xwe ya ku kir de wiha axivî: “Em wek Mislimanan barê dinyayê li ser milên xwe digrin.Zarokên Filîstînî, êtîmên Arakanî, mezlûmên Turkîstanî û zarokên Sûriyeyî mecbûr tên hiştin bi meseleyên ku ew mudaxilî nebûne re rûbirû bimînin. Ev xeberên ku ji van erdnigariyan tên her însanê ku qelbê wî/ê heye ji kûr birîndar dike.Her wiha ev hadîsê çi qas tên dîtin wijdan û eqlê mirovan qehir dike.”
Serokomar di berdewama axavtina xwe de qala qeyranên siyasî, civakî û aboriyê yên ku herî zêde li herêmên misilman lê dijîn diqewimin kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: "Dinya bi giştî, bi taybet jî herêma em lê ne, demeke dirêj e bi qeyranên siyasî, civakî û aborî rûbirû dimîne. Em di demeke wisa de derbas dibin ku hêlên erdhejê yên di sistema kurewî da çalak bûne. Ev qeyran temam li welatên îslamê diqewimin.”(ÎLKHA)