• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Pêwîst e  ji zarokan re perwerdehiya mahremiyetê bê dayîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Pisporên ku bi taybet di derheqê îstîsmara zarokan a li Vatîkanê û papazên ku wek cinsî bi kur û qîzan re dikevin têkiliyê di rojên herî dawî de jî bûyerên ku li DYEyê bi Pîzza Gate derket holê de nirxandin kirin ragihandin ku îstîsmarkirina li dinyayê êdî bûye wek sektor.

Pispor Derûnnas Oya Karaalî Aktaş di derheqê mijara ku di van rojên dawî de ji rojevê nakevin de ji ÎLKHAyê re nirxandin kir. Aktaş daxuyaniyên girîng da.

Seroka Komeleya Pêşgiriya Îstîsmarkirina Zarokan û Rehabîlîtasyonê (BUCÎ DER) ya Bursayê Pispor Derûnnas Oya Karaalî Aktaş di derheqê mijarê de axavtin kir. Aktaş diyar kir divê ku malbat di derheqê mijarê de werin agahdarkirin û ev bê exlaq werin naskirin. 

Goftugûya ku bi Aktaş re hat kirin wiha ye:

Gelo em dikarin te nas bikin?

Başe. Navê min Oya Karaalî Aktaş. Ez derûnnas im. Lîsansa min a bilind a psîlolojîka klînîkê heye. Ji ber vê teke ez wek psîkolog xizmet didim. Gelemperî ez li klînîkê psîkoterapî dikim û wek ferdî dixebitim. Ji xeynê vê yekê ez di projeyên berpirsyariyê ya klînîkê, perwerdehiya gel de û di derbarê agahdarkirina însanan de aktîf dixebitim.

Oya Xanim, pedofîlî çiye, tu çawa dikarî vê îzah bikî?

Pedofîlî di qada psîkyatrî û psîkolojiyê de wek bê exlaqî û nexweşî hatiye diyarkirin. Çendîn sal e wiha hatiye navandin û vê yekê ji me re eşkere dike. Em vê yekê wek kesê ku ji xwe pir biçûk ve yekê jî wek zarik diyar dikin. Pedofîlî, hesta wek arzu ji zarokên ku pir ji xwe biçûktir, meyla wê ya cinsî û dûbarekirina vê helwestê ye. Di nav gel de bê exlaqî tê zikirkirin. Di qada  psîkyatrî û psîkolojiyê de wek xerabî tê nasandin. Ev yekê tê rehabîlîte û tedawîkirin. Dema ku em qanûnî lê mêze bikin ev sûc e. Lewra îstîsmarkirina zarokan sûc e û pêwîst e ku bedela vê yekê hebe.

Wek têrm divê mirov ji pedofîlî haydar bibe. Lewra kesê ku îstîsmariya cinsî dike û yê ku em wek îstîsmarker didin navandin ne hewceye illa pedofîlî bibe.Bê nexweşî û helwest em dibînin ku meyleke wan a wiha heye.

Bê exlaqên pedofîlî zarokan çawa dixin nav davikê?

“Him wek tehdît û him jî wek wedên şadî dikarin wan bixapînin”

Gelek rêyên bê exlaqên ku îstîsmarker zarokan dixapînin lê em vê yekê hewl didin di bin 2 navan de berhev bikin. A yekem ew e ku zarokê bi tehdît, ceza, tirs û zextê muemeleyên ku zarok nakkare bertek jê re bide nîşandan hene. Ya din jî berevajî teşwîq û şadî wek soz û diyarî didin wan. Bi şiklekî hestyarî hewldana nîşandana pozîtîf a ku ew di wê warê de lawaz e. Wek gotinên; ‘Rastî tu ji bo min pir hêja yî. Ji bo te jî bes ez van dikim. Tu kesî van nake.’ û wan dixapînin. Gelemperî ev her dû rêbaz derdikevin beriya me. Carinan em dibînin heman bûyer di encama van her dû rêbazan de pêk hatiye.

Em çawa dikarin van kesên ku îstîsmarkerên zarokanin nas bikin?

 “Ev bê exlaq baş qamufle dibin”

Di derbarê vê yekê de lêkolînên pir girîng tên kirin. Em nikarin bibêjin ev yek wiha ye, dema ku we li rûyê wê mêze kir vê bibînin. Lê digel vê yekê taybetiyên ku me ferq kirine hene. Di dîtina wê de an jî zêdetir helwestên wê de û di kesayetiya wê de em dikarin van ferq bikin. Ji wan yekî ev e ku ev kes di nabeyna gel de bê deng, di hemdê xwe de, kesên ku xwe bi hêsanî nikarin îzah bikin û ev yek bê zerar in. Dema ku mirov liv an kesayetan dike di çîrokên wan de îstîsmar derdikevin holê. Carinan çîrokên cinsî carinan jî yên îstîsmarî derdikevin holê. Dema ku hestyar dibin nikarin xwe îfade bikin. Wek însanên normal dibe ku nekarin xwe bidin nîşandan.

Lê exlebê wê di der barê qamuflajê de baş in. Di nav civakê de xwe baş vedişêrin û dema ku me li wan kesan mêze dikin em nikarin bibêjin ev kes îstîsmarker e.

Gelo malbat çawa dikarin zarokên xwe ji vê yekê biparêzin, di derheqê vê yekê de pêşgiriyên çawa dikarin bigirin?

Niha cûrên îstîsmarkirinê yên din jî hene. Îstîsmarên fizîkî, hestî, aborî û cûrên ku em dibêjin îxmalkarî ye jî hene. Ji ber vê yekê rastî dibe her kes jî wek îstîsmarker bide nîşandan. Yanê dê û bav jî dibin îstîsmarker. Em dibînin ku ji zarokên xwe bixwe re jî bi helwestên zor û zextî wan îstîsmar bikin û bibêjin; lê mêze bikin a ku me kiriye jî îstîsmar e. Hewce nake ku îlla cinsî bibe. Îstîsmara cinsî ya ku di nav malbatê de çêdibe wek ‘ensest’ tê navandin. Di nav civakê de ev pir heye. Ji ber vê yekê divê ku herî ewil em van têrman bi wan bidin naskirin. Pêwîst e ku zarokên xwe wek objeke cinsî nebînin û wan wiha perwerde nekin.

Kesên ku îstîsmarkar in biyanî ne yan dibe ku eqreba jî bibin?

“Ji sedan 95ê îstîsmarkaran nas, eqreba an jî dost in”

Dîsa divê ku vê yeka pir girîng e jî bizanin ew kesên ku em dibêjin îstîsmarkar in ji sedan 95ê wê ji teref wan zarokan ve tê naskirin, ên ku zarok lê ewle ne û lê bawer in pêk tên. Yanê bila malbat xeteriyê li derve pê negerin. Kesên ku ji rê dernbas dibin an jî yên ku însan wan nas nakin nayên zarokan îstîsmar nakin. Rêjeya vê yekê pir kêm e. Exlebê wê îstîsmarker nasin.

Gelo malbat çawa dizanin ku zarokên wan dûçarê îstîsmarê bûne?

Elametê zarokên di nabeyna salên 0-6 yan de dibe ku bide nîşandan. Di helwestên wan de guhertin ji nîşka ve xwekerrkirin, tiştên ku dikarin bikin êdî nakin, zarokên ku xweş diaxivin êdî nekarin biaxivin. Pirsgirêkên xew, xwarin, netebitî, bertekdayîna ji nîşka ve û xeyîdandin hwd. Heke zarok vê yekê nakin û ji nîşkavê dest bi vê yekê bikin divê ku em vê yekê bifikirin. Dîsa îdrarkirina biçûk-mezin a li ciyê cinsî dibe ku bê dîtin. Kabûs, tirsa ji herkesê û heke ji kesên ku ji wan hez dike bireve jî divê em vê yekê demildest bifikirin.

Di derbarê îstîsmara kut ê kirin de jimareke heye?

“Ji sedan 15ê wê vê yekê diyar dikin”

Gelek lêkolîn vê yekê dibêjin. Tabî ev jimareke kesin nîne. Ji sedan 15ê wê vê yekê diyar dikin. Yanê heke 100 vaqie hebe herî zêde 15 kes vê yekê eşkere dikin. Ev yek jî aliyeke çiyayê ku cemed girtî ye ye. Zêdebuna vê jimarê dide nîşandan ku rêjeya vê yekê jî zêde bûye.

Em dbihîsin ku îstîsmarkirina zarokan bûye wek sektor. Tu dikarî qala vê yekê bikî?

“Mixabin îstîsmarkirina zarokan li dinyayê bûye wekê sektor”

Dema ku em li naveroka îstîsmara zarokan dikin di nav vî yekê de yelpazeke fireh heye. Ev yek heta îstîsmarkirina cinsî ya zarikan a wekê sektorê diçe. Fihûşa zarokan, rewşên zoraki ya zarokan, bidestxistina ranteke ticarî, dîsa pornografiya zarokan mixabib li dinê bûye wekê sektoreke mezin. Divê di rewşeke wiha de vesazkirina edlî pêk were û pêşgiriya vê yekê were girtin.

Herî dawî di derbarê vê yekê de şîretên we yên ji bo malbatan çiye?

Pêwîst e li dijî jirêderketiyên pedofîlî ji zarokan re perwerdehiya mahremiyetê bê dayîn

Kê li derdora zarokên me diçe û tê. Îstîsmarkirina zarokên biçûk zêdetir e. Exlebê wê di nabeyna salên 6-7an de çêdibe û di heyama balixbûnê de 13-15an de ev rêje zêdetir dibe. Pêwîst e li dijî jirêderketiyên pedofîlî ji zarokan re perwerdehiya mahremiyetê bê dayîn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir