• DOLAR 32.587
  • EURO 35.028
  • ALTIN 2461.135
  • ...
"Ev doz li ser birînên pişta Habbab bîn Eret gihaşt we"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bi minasebeta ku Platforma Evîndarên Pêxember meha mijdarê wek meha sehabiyan îlan kir li Stenbolê bernameya bi navê ‘Faruk’ul Adîl: Hz. Omer’ hat lidarxistin.

Îsa Guvendîkê ji nûnerên platformê di her dû bernameyên ku li milê Ewrûpa û Anadolê hat lidarxistin de piştî Tîlaweta Qur’ana Pîroz axavtin kir.

Îsa Guvendîk ragihand ku Hz. Omer di jiyana xwe de gelek tiştên ku cara yekem ji teref wî ve hatiye kirin pêk aniye. Di heyama Xîlafeta Hz. Omer de mescîd û medrese hatine avakirin.

Gûvendîk dûvre wiha li axavtina xwe de axivî: “Gelek tiştên ku cara yekem Hz. Omer di jiyana xwe de pêk aniye heye. Ji bo ku teqwîma Mislimanan a ewil çêbe serê Meha Muherremê wek sersala Hicrî îlan kiriye. Û dîsa hîcreta ewil a eşkere û kesê jê re cara yekem gotine ‘Emîr’ul Mumînîn’ Hz. Omer e. Kesê ku nimêja terawîhê bi cemaet daye kirin û Qur’ana Pîroz wek qapax cîld kiriye. Gelek tiştên ku wî cara yekem kiriye hene ku Hz. Omer ji rêvebirên îro mînakî teşkîl dike. Hz Omer ciwan û medresan pir hez dikir.”

Guvendîkê ku qala jiyana Hz. Omer dikir wiha li axavtina xwe zêdekir: “Rojekî Hz. Omer ciwanan dicivîne û dûvre gazî Habbab bîn Eret dike. Pişta Habbab bîn Eret dike û ji ciwanan re wiha dibêje; ‘Ez zat ji bo Îslamê gelek zehmetî kişand. Îslam ji we re bi hêsanî nehat. Heta dînê Îslamê hat vê qonaxê gelek badîreyan derbas kir. Ev doz li ser birînên pişta Habbab bîn Eret gihaşt we.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir