"PKK li welatên YEyê bi rihetî digere ku em vê yekê qebûl nakin"
Serokomar Erdogan diyar kir PKK li welatên Yekîtiya Ewrûpayê bi rihetî tevdigere ku ew vê yekê qebûl nakin û pêwîst e welat, tedbîrên bistînin û wiha got: "Ger ku tedbîr neyê standin, rojekê weke bumerengê vegere û li wan jî bide."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî rûniştina girtinê ya 62yemîn Lijneya Giştî ya Asambleya Parlementeran a NATOyê bû. Civîn bi mazûvantiya Tirkiyê li Otêla Hîlton Bomontiyê hat tertîpkirin.Serokomar Recep Tayîp Erdogan di niştina girtinê ya civînê de axavtinek kir. Heke tevdîrên pêwîst neyên standin, dê rojekê wek bumerangê vegere û li wan jî bide, ez vê jî bibêjim.”
“PKK li welatên YEyê bi rihetî digere ku em vê yekê qebûl nakin”
Erdogan di berdewama axavtina xwe de qala rihetgerîna PKKê ya li welatên Ewrûpayê kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em dixwazin ku hûn nehêlin mensûb û endamên rêxistinên terorê li welatê we, bi rehetî hereket û propagandayê bikin, em dixwazin hûn ji wê derê bidestxina milîtanan û bi gefxwarinê berhevkirina xeracan re bibin asteng. Nexasim jî PKKya ku Yekîtiya Ewrûpayê, wê wek rêxistina terorê îlan kiriye, li welatên ku endamê Yekîtiya Ewrûpayê ne, pir rihet tevdigerin, li van welatan bi posterên serkirdeyê terorîstan li korîdorên avahiya parlementoyê bi afîşên xwe ve cîrît davêjin. Em wek welatekî mexdûrê terorê vê yekê qebûl nakin. Ji ber vê divê hemû heval û hogirên me di vê mijarê da tevdîrên pêwîst bistînin. Heke tevdîrên pêwîst neyên standin, rojekê wê wek bumerangê vegere û li wan jî bide, ez vê jî bibêjim.”(ÎLKHA)