• DOLAR 32.339
  • EURO 34.7
  • ALTIN 2410.571
  • ...
"Midûrê dibistanê hilgirtina 'Dersê Siyerê' asteng dike"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat idîakirin Midûrê Xwendegaha Navend a Fevzî Çakmakê ya li navçeya Baglara Diyarbekirê ye D.Ç. dibe asteng da ku xwendekar dersê siyerê ya ku qala jiyana Resûlê Ekrem dike neyê hilgirtin.

Weliyê xwendekarê pola 6 emîn Murat Teke idîa kir ku midûrê dibistanê ji bo ku lawê wî dersê siyerê hilnegire astengî derdixe. Teke diyar kir ku midûr wek îdeolojîk difikire. Ji ber vê yekê ev 2 sal e ku ew bi heman pirsgirêkê re rû bi rû dimînin.

Teke dîyaloga di nabeyna xwe û ya midûr D.Ç. wiha ragihand: “Dema ku min qeyda lawê xwe anî dibistana Fevzî Çakmakê roja ewil pirtûka dersekî din dan me. Digel nehilbijartina vê dersê pikrtûka dersekî din dan me. Ez pir heyirîm. Heftiyeke derbas bû. Min li bernamê mêze kir ku ev ders tune. Piştî 2 heftiyan ez ji bo hevdîtinê çûm cem midûr. Min ji midûr re got wek dersên hilbijartî min dersên matematîk, Îngîlîzî û jiyana Pêxemberê me hilbijart. Midûrê dibistanê ji min re got; ‘lawê te ji kîjan dibistanê hatiye?’ dûvre diyar kir ku tu kes naxwaze vê dersê hilbigire û bersivên şaşomaşo da. Dema ku min israr kir dûvre ji min re got qeyda lawê te ji dibistanê nehatiye. Dûvre min ji bo ku lawê min dersê siyerê hilbigire israr kir û min destnîşan kir ku ‘dewletê wek maf daye hûn çima xesp dikin?’”

 “Midûr dema ku navê pêxemberê me zikir dikir digot ‘Muhammed’”

Murat teke diyar kir ku ew însanên bawermend in. Dûvre Teke wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lê midûrê dibistanê dema ku navê pêxemberê me zikir dikir digot ‘Muhammed’. Min ji ber vê yekê bertek jê re nîşan da. Min ji midûrê re got; ‘dibe ku baweriya we lê tunebe. Hûn midûrê dibistanê ne. Hûn saziyeke birêve dibin. Wek perwerdekarek hûn nikarin îdeolojiya xwe bidin nîşandan. Heke hûn vê yekê bikin hûn dibin sûcdar.’ Min bi israr diyar kir hewce dike dersê siyerê were hilgirtin. Nexwe dê ez li kû derê hewce dike serîlêdan bikim.  Li ser vê yekê midûr ji min re got tu li ku derê dixwazî dikarî serîlêdan bikî. Dûvre ez ji wir çûm. Dema ku navê pêxemberê me zikir dikir digot ‘Muhammed. Ev yekê zora min diçû. Keseke ku ne Misliman e jş dema ku navê pêxemberê me zikir dike jê re dibêje hezret. Lê li welateke Mislimanan de midûrekî vê yekê zêde dibîne. Min vê yekê jê re jî got.”

Teke diyar kir ku di encama hewldana wî de par lê wê wî dersê siyerê hilgirtiye. Dûvre Teke axavtina xwe wiha domand: “Ez çûm Midûrtiya Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr. Min li wir bi Midûrê Neteweyî yê Bajêr û alîkariyê wî re hevdîtin kir. Min jê re qala mijarê kir û daxwaznameyê da wî. Bi xwe jî aciz bû û bi telefonê lê geriya. Ji midûr re got ‘heke 10 xwendekarên ku vê dersê hilbijartine hebin divê ku ji bo vê dersê hawireke bê amadekirin. Dûvre gor agahiya ku ez ji lawê xwe hîn bûme di heman rojê de midûr yek û yek polan ziviriye û pirsiye ka kî vê dersê dixwaze. Dema ku 10 kes hatine tespîtkirin mecbûrî vê dersê dane.”

Di dibistanê de 10 kesên ku dixwazin dersê siyerê bistînin tune!

Teke diyar kir ku ew bi heman pirsgirêka ku par dîtibûre dîsa rû bi rû maye. Dûvre Teke wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heyama Perwerdehiya sala 2016-2017an dest pê kir. Li dibistanê dersê siyerê nehat dayîn. Demeke ez bendewar mam. Dema ku ji bo dayîna dersê geşedaneke çênebû ez çûm dibistanê. Min bi alîkarê midûrê dibistanê re hevdîtin kir. Alîkarê midûr got ez jê haydar nînim. Divê ku em ji midûr bipirsin. Min jî ji bo ku têkeve qeyda fermî daxwazname da. Dûvre gazî min kirin ez çûm dibistanê. Min bersiva ku ji daxwaznameyê re hatibû dayîn re sitand. Di bersiva daxwaznameyê de dihat ragihandin ki di dibistanê de 10 xwendekarên ku dixwazin dersê siyerê bistînin tune. Ev yek ji min re bawerdêr nehat. Min bi midûr re hevdîtin kir. Midûr jî ji min re got tu kesî naxwaze vê dersê bistîne. Min jî diyar kir ku ez dixwazim qeyda vê yekê bibînim. Dosyayan danî ber min. Ji ber ku nav dosyayê de gelek evraq hebûn min bes evraqên xqendekarên pola 6-A û 6-Byê xwest. Lewra xwendekarên ku par desrê siyerê distandin ji vî polê bûn. Heta min bihîst ku hinek xwendekar dûbare dixwazin vê dersê bistînin. Midûr li ser vê yekê dev ji vê berda dosyeyan ji ber min rakir.”

Teke diyar kir ji ber ku wî bi israr xwestiye ku lawê wî desrê siyerê bistîne ji alîkarên midûrê A.K.T. hewl daye ku êrîşê wî bike. Teke wiha qala mijarê kir: “Dema ku midûr dosyayan ji ber min rakir min anî bîra wî ku par min giliya wî kiribû. Dema ki min got min wî şikayet kiriye li wir 2 alîkariyên midûr jî hebûn yekî ji van her tim diket nabeyna me û wekê ku piştgirî dide midûr telqînê dida min. Li ser vê yekê min got alîkarê midûr ku ew midaxil nebe. Lewra min bi midûr re hevdîtin kiriye. Ev gotina min zorê wî çû ku ji ber vê yekê wî hewl da ku êrîşê min bike. Kesên wir ketin nabeyna me. Dûvre min bertek nîşan da û navê wî alaîkariyê midûr xwest. Li ser vê yekê alîkarê midûr ji min re got; ‘navê min A.K.T. ye. Ez alîkarê midûr im. Li kû dixwazî tu dikarî serîlêadana wir bikî.’ Vê yekê alîkarê midûrekî yê ku li dibistanê li ser serê zarokên me disekine! Wekê bêgeyan.”

“Di dibistana ku xwendekarên wê hezar û 500 e de 10 kesên ku dixwazin dersê siyerê bistînin tune, rastî ev bawerdêr nîne”

Teke diyar kur ku ew piştî vê yekê çûye Midûrtiya Perwerdehiya Neteweyî. Dûvre Teke wiha diyar kir: “Min li Midûrtiya Perwerdehiya Neteweyî bi midûrê şaxê re hevdîtin kir. Midûrê şaxê ji min re got dê ew biçe dibistanê û ji bo vê yekê re hevdîtin bike. Midûrê şaxê çûye dibistanê. Midûr li wir nebûye. Min ji Navenda Têkiliya bi Serokatiyê re (BÎMER) nivîs şand. Dê di derbarê vê yekê de çi ji destê min were ez bikim. Vê yekê wek maf dewlet daye me. Par lawê min vî dersê sitand. Niha jî di dibistanê de kesên ku vî dersê distînin gelek in. Di dibistana ku xwendekarên wê hezar û 500 e de 10 kesên ku dixwazin dersê siyerê bistînin tune, rastî ev bawerdêr nîne.”

“Dibe ku baweriya midûr tunebe lê midûr nikare bê baweriyê li yekî ferz bike”

Teke di dawiya axavtina xwe de bang li rêvebiran kir. Dûvre wiha pê de çê: “Gor agahiyên ku min bihîstiye midûr telqîn li xwendekaran kiriye da ku ew dersê siyerê nestînin. Min vê yekê tu ji midûr pirsî. Ji min re got ew bes polen 8 emîn ziviriye û vê yekê jî ji bo TEOGê kiriye. Madem tu melheza weliyan dikî berê tu dersa siyerê ya ku mafê xwendekarên me ne bide. Ez dê li mafê xwe bigerim. Hêj ku heyama ewil neqedaye ez dixwazim ku dersên siyerê bê dayîn. Pêwîst e dema ku van însanan tayînê van saziyan dikin zêdetir hestyar bibin. Bi taybet divê însanên ku hirmet nade qudsiyetan neyên tayînkirin. Min ji helwestên midûr derxist ku ew wek îdeolojîk hereket dike. Ew jî di înada xwe de israr dike. Tu midûrê saziyekî. Li wir dikana te nîne. Wek welî piraniya weliyan di derheqê zarokên xwe de çi biryar bide ew derbasbûyî ye. Dibe ku baweriya midûr tunebe lê midûr nikare bê baweriyê li yekî ferz bike.”  (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir