Walîtî: Ji bo 13 kes bên xelaskirin xebat berdewam dikin
Ji teref Walîtiya Sêrtê ve hat ragihandin li navçeya Şîrwana Sêrtê di madeneke sifirê de hezaz çêbû, di encama hezaza ku pêk hat de ceseda 3 kesên ku jiyana xwe ji dest dan ji bin hezazê hatin derxistin.
Doh di derdora seat 20.30an de li navçeya Şîrwana Sêrtê di madeneke sifirê de hezaz çêbû.Ji teref Walîtiya Sêrtê ve hat ragihandin ceseda 3 kesên ku di bin hezazê de mabûn hatine derxistin û ji bo 13 karkerên din bên xelaskirin xebat berdewam dikin.
Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin dibe ku hezaz ji ber berana zêde pêk hatibe.(ÎLKHA)