• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Huseyîn Akbalik wefat kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Huseyîn Akbalikê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî 24 sal di girtîgehê de mabû û ji ber tumora di mejiyê wî de piştî ku hatibû emeliyatkirin tedawiya wî li derve dihat kirin li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di Gundê Ketûwênê de wefat kir.

Huseyîn Akbalikê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî 24 sal berê li navçeya Nisêbîna Mêrdînê hatibû binçavkirin û bi hincetên şaşomaşo cezaya sermedî dabûn wî çend roj berê ji ber ku ji nexweşiya xwe ya tumorê emeliyat bûbû di derheqê wî de biryar hatibû dayîn ku 3 meh li mala xwe tedawî bibîne.

Akbalikê ku li Stenbolê tedawî didît dûvre hat Nisêbînê. Akbalik piştî ku ji nîşka ve nerehet bû wî sewqê Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê kiribûn. Piştî vê yekê Akbalikê biribûn Meletî.

Akbalik piştî tedawiya xwe ya li Meletî dûbare hatibû Gundê Ketûwênê. Hat ragihandin ku Akbalik îro berê sibê di mala xwe de çûye rehma xwedê. (ÎLKHA) 

Bu haberler de ilginizi çekebilir