• DOLAR 32.488
  • EURO 34.774
  • ALTIN 2441.481
  • ...
HUDA PAR beşdarê taziya kesên ku di êrîşê de mirbûn bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Bajêr a Diyarbekirê ya HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu û lijneya partîyî ya pê re beşdarê taziyeya Zeynep Sevînçer û Kadîr Tabîerê  ku di encama êrîşa ji teref PKKê ve li navçeya Baglara Diyarbekirê hat lidarxistin de miribûn bûn. Lijneya HUDA PARê serxweşî li malbatan da.

Hat ragihandin ku Zeynep Sevînçer (28) di encama teqînê de maye bin dîwara ku hilweşiyaye û miriye û qîza wê ya 4 salî jî birîndar e. Kadîr Tabîer (45) jî dema ku qîza xwe siwarê serwîsê dike wê çaxê êrîş pêk tê. Di encama êrîşa bombeyî de Tabîer dimire. Qîza wî ya bi navê Elîf jî hêj li nexweşxanê di beşa nexweşên xedaran de ye.

Hat diyarkirin ku beriya lijneya HUDA PARê lijneya HDPê hatiye wir. Lê jijne ji teref xwediyê taziyê hatiye qewirandin. Her wiha malbatan bertek ji HDPê re dan nîşandan.

 “Mexdûrê vê hesaba qirêj wekê her caran dîsa gelê me ya mezlûm e”

Tanrikulu piştî taziyê daxuyanî da. Tanrikulu diyar kir piştî ku parlementerên HDPyî hatine binçavkirin çendîn saet dûvre ji teref PKKê ve êrîşa bobeyî hatiye lidarxistin û di encama vê êrîşê de 11 însan wehşiyane tên qetilkirin. Dûvre Tanrikulu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ji kesên ku mirine re rehmet û ji malbatên wan re jî sebr û niyazê dixwazin. Xweda şîfa bide birayên me yên birîndar.”

Her wiha Tanrikulu ragihand ji roja ku rêxistin heta îro dev ji tundiyê bernedaye û vê yekê jî rê rêbaza herî ewil hesibandiye. Dûvre Tanrikulu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji pêvajoya ku wek pêvajoya çareseriyê dihat hesibandin û bes pêvajoya aramî ya di nabeyna dewlet û rêxistinê de bû pê ve ev jiyan ji gel re bûye dûjeh û hêj jî ev yek didome. Rêxistina ku şerê kişand nav bajaran û ji bo ku welat bibe Sûriya 2 yemîn hewl dide. Ji ber vê yekê ji bo alîkariyê çi hewce dike ji emperyalîstan distîne. Mexdûrê vê hesaba qirêj wekê her caran dîsa gelê me ya mezlûm e. PKK ceza daye gelê Kurd a ku piştgirî nade rêxistinê.” (ÎLKHA)  











Bu haberler de ilginizi çekebilir