• DOLAR 32.541
  • EURO 34.962
  • ALTIN 2454.882
  • ...
Dê ji dikandaran re 750 hezar û xwediyê malan re 500 lîre were dayîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî êrîşa ku li navçeya Baglara Diyarbekirê ji teref PKKê ve wek wesayîta bombebarkirî hat lidarxistin di vê bergehê de xebatên tespîtkirina xisarê hat destpêkirin. Di encama vê xebatê de hat destnîşankirin ku di 709 avahî û dikanan de xisar pêk hatiye.

Di encama vê xebatê de hat destnîşankirin ku di 709 avahî û dijanan de xisar pêk hatiye. Her wiha hat diyarkirin ku di encama xebatên tespîta xisarê de biryar hatiye dayîn ku dê ji xwediyê dikanan bi tevahî 750 hezar û xwediyê malan re 500 lîre were dayîn.

Xebatên ku ji teref Midûrtiya Bajêr a Hawîrdor û Bajarvaniyê ve hatibû destpêkirin qediyaye. Di encama xebata ku ji teref walîtiyê ve hatiye kirin de heta niha 709 avahî û dikan xisarê dîtine.

Di encama xebatên ku hatine kirin de di merhala ewil de biryar hat dayîn ku dê ji 233 xwedî dikanan re bi tevahî 750 hezar lîre ji teref Wekfa Alîkarî û Piştgiriya Civakî ya Baglarê ve ji bo ku niyazî werin temînkirin wek 500 lîre ji xwediyê malan re were dayîn.

Dê 2 avahî were xerakirin

Di xebatên ku ji teref Midûrtiya Bajêr a Hawîrdor û Bajarvaniyê ve hatibû destpêkirin de hat tespîtkirin ku wek biryar 2 bloqên ku ji 48 avahiyan pêk tê dê werin xerakirin û qîmeta wan çiye dê were dayîn. (ÎLKHA) 













Bu haberler de ilginizi çekebilir