Doza Yasîn Boru taloqî 5ê Berfanbarê hat kirin
10emîn niştina doza Yasîn Boru taloqî 5ê Berfanbarê hat kirin.
Her weke ku tê zanîn bi banga Hevserokê Giştî yê HDPê Selahadîn Demîrtaş terefdarên PKK/HDPê xwe berdebûn kolanan û Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hesen Gokgoz bi wehşîyane qetil kiribûn.Îro 9emîn niştina dozê li 2yemîn Mehkemeya Cezaya Giran a Enqerê hat dîtin.Doz taloqî 5ê Berfanbarê hat kirin.
Di doza ku tê de 19ê wê girtî tevde 41 bersûc dihatin darizandin de mehkemê di derheqê bersûcan de qerara halê girtîbûnê da û dozê taloqî 5ê Berfanbarê kir.
Malbatên mexdûran, temsîlkarên partîyên siyasî, sazîyên civakî yên siwîl û hiqûqnas beşdarî niştinê bûn.Her wiha Arîkarên Serokê Giştî HUDA PARê Mehmet Yavuz û Erdal Elîbuyuk, Parlementera Stenbolê ya AK Partiyê Ravza Kavakçi, Parlementera Berê ya Diyarbekirê Mîne Lok Beyaz, Arîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Îbrahîm Halîl Erkan û Serokê Giştî ya Şaxê Jinan Şeyma Guvencî jî beşdarî dozê bûn.
Doz taloqî 5ê Berfanbarê hat kirin.(ÎLKHA)