• DOLAR 32.488
  • EURO 34.774
  • ALTIN 2441.481
  • ...
HUDA PAR di derbarê êrîşa bombeyî û girtinan de daxuyanî da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyaniya ku HUDA PAR wek nirxandina rojevê weşand de li ser mijarên di serî de girtina parlementerên HDPyî û êrîşa wek bombeyî ya li Diyarbekirê mijarên wekê fitneya mezhebî û irqî, hereketiya li sinûrê û sînordarkirina di derbarê çapemeniyê de hat sekinandin.

Di daxuyaniya ku HUDA PAR weşand de wek bertek hat diyarkirin ku ji teref PKKê ve li navçeya Baglara Diyarbekirê êrîşa bopmbeyî hatiye lidarxistin û 11 kes jiyana xwe ji dest daye. Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku PKK ji roja ku hatiye damezrandin pê ve tûndiyê bes wek rêyeke dîtiye û jiyanê ji bo gel kiriye wek dûjeh.

Di daxuyaniyê de hat belavkirin ku PKK şer kişandiye nav bajêr û ev yek jî bûye sedema xerabûna bajaran. Dûvre Daxuyanî wiha hat diyarkirin: “PKK û niçika wê HDP di bergeha ajandayên kûreyî de bi siyaseta çal û berîqetê 7 hezar ewladên gel kuşt. Ev yek têrê nekir vê carê bi manewrayên siyasî rageşiyê zêdetir dikin û bi vê yekê hewl didin ku gel bikêşin nav kolan û bajaran.”

“PKK carek din jî da nîşandan ku xwe ji qetilkirina gelê siwîl nade paş”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rêvebirên HDPyî di her qonaxa qanûnçêkirin û rêvebirinê de cî digire û nîqaşa herî biçûk a ku li dijê wê tê kirin dikişîne darazê. Dema ku ji bo îfadeyê bang li wan tê kirin dibêjin; ‘em naçin darizandinê.’ Ev yek bi şikleke zanîn tê kirin da ku rageşî zêde bibe. Dûvre daxuyan wiha hat domandin: “HDP, piştî ku di derbarê Serkantiya Giştî û parlementeran de biryar hat dayîn de li derên ku gel li wir dijî êrîşa bombeyî di derdora saetên sibê de dema ku zarok diçûn dibistanê û gel jî diçû karê xwe PKK carek din jî da nîşandan ku xwe ji qetilkirina gelê siwîl nade paş.”

“Canê yek mesûmeke ji 550 kursiyan biqîmettir e”

Di daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Wek HUDA PAR baweriya me ew e ku canê yek mesûmeke ji 550 kursiyan biqîmettir e. Piştî girtina hinek serokên şaredaiyê û parlementeran ji teref rêxistinê ve ji gel re fature hat birîn. Ev yek nayê qebûlkirin. Telafiya girtinê heye lê ya mirinê tune. Gelê me niyazdar e ku di nav hizûr û aramî de bijî.”

Fitneya mezhebî û irqî

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin bi fitneya mezhebî û irqî ya ku ev çendîn sal e ku hewl tê dayîn da ku alema îslamê perçebikin. Divê ji fitneya ku ji aşa emperyalîstan re av dikêşe mirov dûr bisekine.

Di domahiya daxuyaniyê de hat diyarkirin pêwîst e di serî de alim her kesên xwedî berpirsyar ji mijarên îxtîlafî dûe bisekinin û ev mijar li hemberê her kesî ne di meclîsên ilmî de werin axavtin.  

Hereketiya di sînorê de

Di nirxandina rojevê de qala hereketiya li sînorê hat kirin. Dakxuyanî wiha hat domandin: “Li ser mijara Mûsilê hewl tê dayîn ku di nabeyna Tirkiye, Iraq û Îranê de rageşî çêbe. Eşkereye ku ev yek dê kêrê her 3 welatan jî neyê. Pêwîst e ku hewldana her 3 welatan jî zêdekirina rageşiya şer û siyasetê nebe. Berevajî jiyaneke di çarçova biratî û rîayektkirina ji hiqûqê re bibe û sînorên welatan jî bes sembolik bibe. Di vê bergehê de daxuyaniyên ku ji teref Tirkiye û Îranê ve tê dayîn û di derbarê çareserkirina mijara herêmê welatên herêmê bibin însîyatîf û pirsgirêkan hewalê dewletên biyanî nekin em girîng û biqîmet dibînin.”

Sînordarkirina di derbarê çapemeniyê de

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat destnîşankirin: “Di sînordarkirina çapemeniyê û qedexekirinê de pêwîst e saziyên çapemeniyên ku tûndiyê teşwîq nakin, sûcê tevlîhevnakin û li ser nirxên manewî û exlaqî disekinin û saziyên çapemeniyên ku haj ji vê yekê tunin tevlêhev neyê kirin.” (ÎLKHA) 

Bu haberler de ilginizi çekebilir