• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
 "Pêwîst e hinek kes ji xelkê Nisêbînê lêborînê bixwazin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê berî niha  5 caran qedexeya derketina derve hat îlankirin.Qedexeya derketina derve ya ku herî dawî di 14ê Adarê de hatibû îlankirin di 25ê Hezîranê de qismen hat rakirin.Xelkê ku beriya qedexê ji malên xwe derketibûn dema ku vegeriyan malên xwe li hemberî xwe malên xwe yên wêranbûyî dîtin.

Li taxên ku hêj lê qedexeya derketina derve berdewam dike, ji rexekî ve mekînayên kar malên ku xwêranbûne xira dikin û ji rexê din ve jî bi qamyonan moloz tên barkirin.Piştî ku qedexe hat rakirin re malbatên ku ji halê malên xwe bêxeber in nizanin ew ê li hemberî xwe çi tiştî bibînin.

Serokê Navçeya Nisêbînê yê HUDA PARê Seyfettîn Agirman   di derbarê tiştên ku qewimîne de nirxandinan kir û destnîşan kir ne tenê ji bo Nisêbînê bi heman awayî divê ji bo temamê heremê Komîsyoneke Lêkolînê ya Meclîsê bê damizrandin û divê hinek kes ji vî xelkî lêborînê bixwaze.

 “Li Nisêbînê 100 hezar kes ji bûyeran menfi tesîrdar bûn”

Agirman di berdewama axavtina xwe de diyar kir hinek kes bi navê ‘anîna azadiyê’ ketine nava bajêr û bajêr wêran kirine; dû re dewlet got ‘em ê paqijiyê bikin’ û 4 caran qedexeya derketina derve îlan kir.Agirman dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Weke ku dihêt zanîn li Nisêbînê tiştinan ku nedihatin xwestin qewimîn.Ev tiştên ku qewimîn nedihatin hêvîkirin.Wek mesele  hinek kes rabûn gotin ku em ê ji we re azadiyê bînin û ketin bajêr  û bajêr kirne wêran.Piştî vê heyamê dewlet got em ê paqijiyê bikin û 4 caran qedexeya derketina derve îlan kir.Bes nebû cara 5emîn jî qedexeya derketina derve îlan kirin.Lê belê ev qedexeya dawî ne wek ên din bû.Ev qedexe 5 mehan berdewam kir.Di vê qedexê de hinek kes  ji navçê derketin û hinek jî li navçê man.Di vê qedexê de her du kom jî mexdûr bûn.Kesên ku di nava navçê de man heyeta hebsê jiyan û 5 mehan bi derdora pevçûnê, dengê teqînan re rûbirû man.Kesên ku mecbûr man ku ji navçê derkevin a niha ketina derdê mal û kargehên xwe.Hêj mixabin qisemeke kesên ku mecbûr mabûn navçê terk bikin venegeriyane.Li gor danayên ku hatine parvekirin heta niha 3o hezar mal hatine xerakirin û 10 hezar mal jî zirar dîtine.Di vê rewşê de 100 hezar kes tesîrdar bûn.Hinek kes ji hêla psîklolojîk, hinek ji hêla aborî û hinek jî ji her du hêlan tesîrdar bûn.”

 “Însan heta dereke dikarin tehemul bikin”

Agirman di berdewama axavtina xwe de balan kişande li ser hatine zivistanê û zehmetiyên ku dê tê de xelk bikşînê û wiha pê de çû: “Ji zivistanê re hindik ma, hûn dizanin em di demsala payizê de ne. Xelkê me bi malbatên xwe ve girêdayîne. Di hinek malan de gelek kes dibe ku bijî.Hinek hemwelatiyên me yên ku di pêvajoya qedexê de li ba naskirîyên xwe bûn û hinek hemwelatiyên me yên ku cardin vegeriyan dîsa li ba naskirîyên xwe ne.Hinek jî bûne kirêdar.Di demsala havînê de bi şiklekî dihat îdarekirin.Lê a niha ji ber ku zivistan hat, qet ne mimkûn e ku bê îdarekirin.Weke ku hûn jî dişopînin xelkê me xerakirina xanîyên xwe yên ku doran wan bi têlan hatine dorpêçkirin temaşa dikin.Hinek ji wan digrîn û hinek ji wan jî dikin ax û wax.”

 “Xelk dixwaze vegere wan malên xwe yên ku xisar nedîne”

Agirman di berdewama axavtina xwe de qala daxwazên xelkê Nisêbînê kir û wiha pê de çû: “Li hinek taxên ku li wan qedexe hene û nîne hinek mal zirar nedîtine ku xwedîyên van xanîyan dixwazin vegerin malên xwe.Xwediyên van xanîyan naxwazin zêdetir ji malên xwe dûr bin û kirêdar bin.Di şikayetên ku xelkê me ji me re tînê de ev tişt tê gotin: ‘Fîrmayên ku îhaleyê girtine, ji bo zêdetir pere qezenc bikin temamê malan xira dike.’Elbet em jî naxwazin bên xerakirin, lê belê deriyeke ku em lêxin em nabînin.Ji ber ku daxuyanî nayê dayîn jî xelk bi tiştekî nizane.Qet nebe bila daxuyaniyek bê dayîn da ku bêhna malbatan parîkek be jî derkeve.Ji ber ku ev daxuyanî nayên dayîn di zîhinan de nediyariyek çêdibe.”

 “Li navçê camî xera bûne û sazîyên perwerdehiyê nayên bikaranîn”

Agirman destnîşan kir li Nisêbînê gelek camî xera bûne û wiha pê de çû: “Di warê îbadetê de me miftiyê xwe ziyaret kir, mixabin mijara camiyan jî bi problem e.Camiyên li taxan ji xeynî mînareyên wan  tev de hatinerûxandin.Me teleb kir di vî warî de tiştê pêwîst  bê kirin.Wan jî ji me re gotin ku tiştên ku ji destên wan bê dê bikin.Bi heman awayî me Midûrtiya Perwerdehiya Neteweyî jî ziyaret kir û pê re di derheqê  mişkîleyên di warê perwerdehiyê de axivîn.Em teleb dikin problem bên çareserkirin.”

 “Pêwîst e hinek kes ji vî xelkî lêborînê bixwazin”

Agirman di berdewama axavtina xwe  di bîran xist ku divê ji vî xelkî lêborîn bê xwestin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dixwaze bila rêxistin be û dixwaze bile dewlet be ferq nake, kesên ku bûne sedem ev xelk bikeve travmayê pêwîst e ji vî xelkî lêborînê bixwaze.”

“Polêsên ku li vê derê wezîfedar in divê muzîkên nîjadperest lê nexin”

Agirman di dawiya axavtina xwe de diyar kir tiştên ku ji bo kesên ku ji Kobanê û Şengalê hatibûn hatin kirin ji bo xelkê Nisêbîn û Cizîrê nehatin kirin.Agirman dû re wisa dawî li axavtina xwe anî: “Em wek partî vê yekê dibêjin; xelk heta ku bê bes hatiye mexdûrkirin, em naxwazin ev mexdûriyet berdewam bike.Nexasim ez dixwazim vê yekê bibêjim;hinek polêsên ku li vê derê wezîfedar in divê muzîkên nîjadperest ji wesayîtan lê nexin û pêwîst e xelkê tahrîk nekin.Ev kiryar çewt e.Divê destê biratiyê ji xelkê me re bê dirêjkirin.Bila însanên li xerbê ji xwe re bûyerên ku diwemin nekin bihane û bila bi çavê terorîstiyê li Nisêbîniyan nenêrin.Ji ber bûyeran temamê xelkê bi terorsîtbûnê îtham kirin çewt e.Ka lê binêrin, di holê de pirsgirêkeke Kurdan heye û ev yek ji teref hikûmetê ve jî tê qebûlkirin.Lê belê ev mesele ne bi çekan dikare bê çareserkirin û ne jî tenê rûniştina bi wan kesên ku îddîa dikin ew tenê temsîlkarên Kurdan in re nayê çareserkirin.Bi ya me bi çareseriyên ku menşeiyên wan rojava ye, ev mesele nayê çareserkirin.”

Ji bo temamê metna hevpeyvînê bitikenin.(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir