• DOLAR 32.585
  • EURO 35.013
  • ALTIN 2460.319
  • ...
Ji HUDA PARê rapora Mexdûrên Sûrê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Bajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu û lijneya pê re çend roj berê esnaf û gelê Sûrê ziyaret kir. Piştî ziyaretê Partiyê çavdêriyên xwe wek rapor weşand.

Serokê Bajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu di derheqê raporê de agahî da. Tanrikulu destnîşan kir ku mexduriyeta esnaf û gelê Sûrê hêj jî didome. Gavên ku ji bo islehkirina navçê hatiye avêtin kafî nîne. Ji ber vê yekê Tanrikulu diyar kir divê ku dewlet di derbarê mexduriyeta Sûrê de gavên çêtir bavêje.

Tanrikulu belav kir piştî ku wan gel û esnafê Sûrê ziyaret kirine dûbare hewce dîtine ku pirsgirêkên di navçeyê de dûbare bînin rojevê. Tanrikulu diyar kir ku berê çendîn barê gelê Sûrê ziyaret kirine û rewşa navçeyê wek rapor amade kirine û dûvre vê raporê bi raya giştî re parve kirine.

Tanrikulu wiha axivî: “Ji bo ku gelo ev pirsgirêk hatine çareserkirin an ne me dûbare di 29ê Cotmehê roja Şemî gel û esnafê Sûrê ziyaret kir. Di hevdîtinê de me guhdariya mexdûran kir. Mixabin me dît ku hêj gelek pirsgirêk didomin.”

Tanrikulu ragihand ku giliyên wekê mal ji nû ve nehatine sazkirin, avahiyên nû nehatiye dayîn, eşyayên di malên ku hatine texrîbkirin erzan tê kirin hene. Dûvre Tanrikulu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Eşkere ye ku şert û mercên krediya bê faîz dê were dayîn giran e û esnaf dê sûdê ji vê yekê nebîne. Heke armanc ew e ku mexdûriyeta gel were çareserkirin nexwe divê ku pêşniyaz hêsantir bibe da ku mirov bikare qebûl bike. Ji ber çewtî û xetayên ku lijneyên tehqîqatê kirine di nav gel de diltirsiya ‘gelo dê hikûmet û dewlet jî me mexdûr bike’ heye. Ev diltirsî bûye sedema bê ewlebûna li dewletê.”

Tanrikulu dûvre rapora ‘Çavdêriya lijneya HUDA PARê û Mexdûrên Sûrê ‘ wek 11 made wiha da rêzê:

1-Malên ku di nav Îçkaleya Sûrê de ne 6 sal berê ji teref Şaredariya Mezin a Diyarbekirê ve di bergeha veguhertina bajariyî de hatibû îstîmlaqkirin. Bihayê ku 6 sal berê ji xwediyê van avahiyan re hatiye diyarkirin îro hewl tê dayîn ku vê qîmetê bidin xwediyê malan. Ev yek dibe sedema mexdûrbûna gel. Divê ku qîmeta van avahiyan îro çiye were tespîtkirin û rêya lihevhatinê were dîtin û ew werin razîkirin.

2-Beriya çareserkirina mexdûrên ku di semta Îçkaleya Sûrê de rudinên ji wan tê xwestin ku di nabeyna heftiyeke de ew malên xwe terk bikin. Ev muemeleke rast nîne. Di van rojên ku em têketine demsala zivistanê wek xweferzkirin ji gel tê xwestin rasterast zulm e. Dê ev yek bes mexduriyeta gel zêde bike. Divê ku dewlet biryarên ku gel jê sûdê dibîne û mexdûr nabe bide.  

3-Hemwelatiyeke wek gilî diyar dike ku maleke wê 3 qat heye. Ji vê malê re wek qîmet 28 hezar TL tê diyarkirin. Hemwelatiyeke din jî diyar kir ku 22 hezar TL teklîf kirne. Mirov dikare mînakên wiha zêde bike. ji bo avahiyekê 3 qatî 28 hezar TL. Ev yek nayê qebûlkirin.

4- Divê amîrên îdareyên milkî endamên lijneya ku xisarên mexdûran tespît dikin teftîş bikin. Di derheqê kesên ku vê karê îxmal dike de lêpirsîn were destpêkirin. Diyarkirina qîmetên ku ji teref kesên pisporê vê karê nînin ve pêk tê werin sekinandin. Ev rewş him ji aliyê wext û him jî ji aliyê ewlehiyê ve girîng e.

5- Bi wesîla vê yekê em dûbare pêşniyaza xwe tekrar dikin; Bila ji STKyên ku li bajarê me ne beşdarê lijneya tehqîqatê dikin bibin da ku beriya vê çewtiyê were girtin.

6- Ji bo eşyayên kesên ku malên wan texrîb bûne wek beha 3-5 hezar TL tê diyarkirin. Ev reqameke pir pêkenoke. Ev yek dide nîşandan qîmeta ku lijneya tespîtkirina xisran bi îsabet nîne.

7- Mexdûrên navçeya Sûrê diyar kirin ku ew ji Tîrmeha sala 2015an pê ve mexdûr in. Ji bo ku mexduriyeta wan were çareserkirin ew diçin cem walî û qeymeqam û tên. Çendîn caran van pirsgirêkan anîne ziman. Lê heta îro ev pirsgirêk nehatine çareserkirin.

8- Di Taxa Hasirli de wek qîmet ji avahiyan re li serê mêtreyê 400 TL, li Taxa Dabanogluyê jî 500 TL hatiye diyarkirin. Ev qîmet pir kêm in. Divê ku ji nû ve li ser vê yekê were sekinandin.

9- Li navçeya Sûrê gelemperê avahiyan wek kolît hatine sazkirin û ev yek jî wek qat bi milkiyet nîne. Bi tehahiya avahiyê hatine hîsadarkirin. Ev yek tê zanîn. Ji nişteciyan re dibêjin milkiyeta qatan a malan tune û bes wek erse dihesibînin.

10- Her kes dizane ku esnav çendîn meh  ji ber qedexeya derketina derve dikanên xwe venekirine. Kirê û bacên xwe nedane. Krediya ku dê bê faîz 50 hezar TL were dayîn hindik jî bibe dê esnafê rehet bike.  Lê ji bo krediyê ji esnafê wek kefil 2 memûr na jî tepû tê xwestin. Ev yek jî dibe sedema berdewanbûma mexdûriyeta esnafê.

11- hatiye tespîtkirin ku esnafê ku di nabeyna kûçe û kolanan de esnaftî dikin lewhaya wan a bacê tune nehatine dîtin û li ser vê yekê nehatiye sekinandin. Divê ku wek hîbe derfetên krediyê bidin van jî. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir