Walîtiya Mêrdînê: 2 hezar û 761 kes ji peywirê hatin dûrxistin
Ji teref Walîtiya Mêrdînê ve hat ragihandin di bergeha lêpirsîna FETO û PKKê de li bajêr 2 hezar û 761 kes ji peywirê hatin dûrxistin.
Di derbarê mijarê de ji teref Walîtiya Mêrdînê ve daxuyaniyek hat dayîn.Di daxuyaniya ku hatiye dayîn de hat ragihandin li bajêr di bergeha lêpirsîna FETO û PKKê de ji dîroka 01.11.2016an vir ve heta niha 2 hezar û 761 kes ji peywirê hatin dûrxistin û ji van kesên ku ji peywirê hatine dûrxistin tev de 338 kes hatin girtin.(ÎLKHA)