• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Xeyala Melîhê biçûk pêk hat
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Melîh Gokalpê 8 saliyê nexweşê Lamellar Îktîyozîsê yê ku li navçeya Qosera Mêrdînê di Taxa Îpekê de dijî li ser xebera ku ÎLKHAyê rewşa wî ya xedar weşand bi alîkariya xêrxwazan dest bi tedawiya wî hat kirin. Hat ragihandin ku Melîh roj bi roj baş dibe.

Piştî ku ÎLKHAyê rewşa Melîhê bi navê ‘Rewşa Melîhê biçûk hinava mirov dişewitîne’ hat weşandin gelek kes li wan geriya bû û soza alîkariyê dabû wî. Dema ku bi alîkariyên hat kirin dest bi tedawiya wî kirin rewşa Melîhî roj bi roj çêtor bû.

Melîhê ku rewşa wî di demeke kurt de baş bû cara yekem derket derve û bi birayên xwe re di parqê de lehîst.

“Ev cara yekem e ku min li parqê hesta lîstinê jiyam”

Melîhê biçûk diyar kir ku her wext xeyala derve dikir da ku di parqê de bilîze. Dûvre Melîh bi birayên xwe re di parqê de bi hesta zaroktiyê cara yekem lehîst. Melîh ragihand ku êdî tu kes jê natirse. Ji ber vê yekê ew xwe pir bextewar dibîne. Melîh wiha axivî: “Ez êdî dikarim derkevim derve. Lewra ez hineke baş bûme. Ev cara yekem e ku min li parqê hesta lîstinê jiyam. Ji ber vê yekê ez pir bextewar im.”

 “Bila şandina dermanê bidomînin”

Belîh diyar kir neriya ku merhem bikar nedianî her derê vicûda wî şeq bûbû û xwîn dibû. Lê niha rewşa wî baş e. Dûvre Melîh wiha li axavtina xwe zêde kir: “Beriya destpêkirina tedawiyê binê piyên min şeq dibû û min nedikariya bimeşîma. Niha ez dikarim bimeşim. Ez ji herkesên ku ji min re derman û eşya şandine re teşekur dikim. Bila şandina dermanê bidomînin.” (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir