Di gel hişdariya walîtiyê qirş û qal nayên berhevkirin
Ji ber di gel hişdariya Walîtiya Diyarbekirê şaredariyê qirş û qalan berhev nekir gel ji canê xwe aciz bû.
Li Diyarbekirê piştî ku Seroka Şaredariya Mezin a DBPyî Gultan Kişanak û endamê meclîsê Firat Anli hatin binçavkirin qirş û qalên nav bajêr nayê berhevkirin. Ev yek jî gel mexdûr dike.
Di nav bajêr de di gelek ciyan de komên qirş û qalan çêbûye. Ji ber ku ev qirş bêhn dide gel ji canê xwe aciz bûye. Di gel hişdariya Walîtiya Diyarbekirê ev 5 roj e ku qirş û qalên nav bajêr nayên berhevkirin. Ji ber ku ev qirş û qal bêhna pîs dide gel nikare derkeve derve.
Mirov nikare ji ber qirş û qalan di nav navenda bajêr de derbas bibe û ji ber ku çopên bazarên semtan jî nayên berhevkirin gel bertek nîşan dide.
Wekê ku tê bibîranîn Walîtiya Diyarbekirê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kiribû heke ku bi rêk û pêk qirş û qal neyên berhevkirin dê di derbarê berpirsyaran de lêpirsîn were destpêkirin. (ÎLKHA)