• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Haziriya zivistanê ya bi zehmet a gundiyan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Gundê Kidêra girêdayê navçeya Qabilcewza Êlihê malbata Aylaça ku ji 8 kesan pêk tê ji bo haziriya zivistanê ya bi zehmet ji çiyayê ku bilindaya wê 3 hezar û 500 mêtre ye êzing berhev dike.

Beriya zivistana zor û zehmet wekê her gundê li Gundê Kidêra girêdayê navçeya Qabilcewza Êlihê ya ku 10 km ji navçeyê dûr e û ji 452 avahiyan pêk tê xebata ji bo şewata zivistanê destpê kir.

Vahap Aylaç destnîşan kir ku ew ji berê ve îhtiyaciya xwe ya wek şewat a ji bo zivistanê ji çiyayên bilin temîn dikin. Aylaç ragihand ku berhevkirinan êzingan a ji çiyayên bilin pir bi zehmet e. Ji ber vê yekê carinan dema ku ew êzing berhev dikin bi mirinê re rû bi rû dimînin.

Aylaç destnîşan kir ku ew carinan ji ber berf û baranê çendîn roj nikarin ji gund derkevin. Dûvre Aylaç wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li çiyayên Qabilcewzê şert û mercên demsala zivistanê pir bi zehmet e. Em ji bo zivistanê êzingên hişk berhev dikin. Ji ber ku rê tune mecbûrî ev heftêyeke ku ez êzing berhev dikim. Em ji çiyayên ku bilindaya wan 3 hezar û 500 mêtre ye êzing berhev dikin. Ev heftêyeke ku ez her roj ji çiyê êzingan dibim jêr. Li çiyayên Qabilcewzê berf pir dibare. Wek mecbûrê pêwîst e ku em haziriya xwe ya zivistanê bikin.” (ÎLKHA) 





















Bu haberler de ilginizi çekebilir