• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Mexdûriyetên ku hevkariya FETO-PKKê ji wan re bûne sedem li benda çareseriyê ne-2
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn di êrîşên  6-8ê Cotmehê de gelek bajêr hatin wêran û talankirin, yek ji van bajêrên ku hatin talan û wêrankirin Mêrsîn e.Di êrîşan de gelek kargeh hatin texrîbkirin û gelek kes birîndar bûn. Hesen Atimê ku li Tarsûsa Mêrsînê di bûyerên 6-8ê Cotmehê de çavê wî kor bû balan kişand li ser hevkariya FETO-PKKê ya di bûyerên 6-8ê Cotmehê de û destnîşan kir digel ku 2 sal ji ser bûyeran derbas bûbe jî hêj ew mexdûr e.Atim serpêhatiyên xwe yên wê rojê ji ÎLKHAyê re anî zimên.

Atim di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir dema ku êrîş li komeleya wan hat kirin polêsan êrîşan asteng nekirine û  di êrîşan de çaveke wî kor bûye û ew ji ber vê yekê dev ji karê xwe berdaye.

Atim di berdewama axavtina xwe de wisa qala roja êrîşê kir: “Roja çaremîn a îdê bû, em ê goştê qurbanan belav kiribana. Ez dildarê Cemiyeta Mustezafan a Şaxa Tarsûsê bûm.Ji ber vê yekê wê rojê ez hatim komelê.Em ê goştê qurbanan ên li komelê belav kiribana. Ji ber ku ez dixebitîm min firsedê nedîdit rojevê bişopînim.Wê rojê Selahadîn Demîrtaş bang li terefdarên xwe kiribû da ku xwe berdin kolanan û serhildanê bikin.Li Tarsûsê ji ber vê yekê meşek li dar xistin.Dû re jî tiştên ku berî niha plan kiribûn tetbîq kirin û êrîşî komeleya me kirin.Em tev de 15 kes li  komelê bûn.Li gor raporta ewlehiyê nêzî 800 kesî êrîşî komeleya me kirin.Di destên wan de kêr, molotof tiştên bi vî awayî hebûn.Me bi xwe xwest bi wan re xeber bidin.Ew ji me re gotin ku ‘hûn DAIŞîst in.’ Me ji wan re beyan kir ku  tu têkiliya me bi wan re nîne.Lê belê ji ber ku serê wan dagirtibûn nedixwastin ji xeberdanên me bawer bikin.Hinek kes ji komê veqetîyan.Temena xortên ku dixwastin ji komê veqetin nêzî 15 salî bû.Lê belê kesên rûyên wan nixumandî nedihiştin ew xort biveqetin.Û dû re bi keviran êrîşî me kirin û êrîş zêdetir bûn.”

 “Di naveyna me û ewlehiyê de 100 metro hebû lê  mudaxele li kesên êrîşkar nehat kirin”

Atim di berdewama axavtina xwe de balan kişande li ser hevkariya FETO-PKKê ya di êrîşên 6-8ê Cotmehê de û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me piştî van êrîşan fêm kir ku di pey van êrîşan de ne tenê PKK/HDP bi heman awayî rêxistina polêsên ku jê re dibêjin ‘Rêxistina Paralel’ jî heye. Me beri niha îttîfaqa wan bihîstibû lê ne bi vî awayî.Wek mînak di dema êrîşan de di naveyna komeleya me û ewlehiyê de 100 metro hebû, lê dîsa mudaxeleyî êrîşan nehat kirin.Ger ku ewlehî xwestibana dikaribû mudaxeleyî bûyeran bike, lê nekir.Koma êrîşkar bi keviran êrîşa xwe domand û me jî hewil da da ku xwe muhafeze bikin.Lê me çi jî kir fede nekir.Lewra serê nefsekî  100 nefs  diket.Ew qas qelebalix bûn.”

 “Haya polêsên paralel ji êrîşan hebû”

Atim destnîşan kir polêsan mudaxeleyî êrîşkaran nekir û wiha pê de çû: “Ewlehî ji dêla ku mudaxeleyî koma êrîşkar bike de mudaxeleyî me kir.Ji rexê din ve jî koma êrîşkar êrîşên xwe didomand.Haya polêsên paralel ji êrîşan hebû û pêşiya van êrîşan negirtin.Tenê temaşa dikirin.Koma êrîşkar dixwast di nava komeleyê de me bişewitîne.Di dema êrîşan de kevirek li çavê min ket.Ber çavê min reş bû, lê min got demkî ye.Ez bi wî halê xwe yê birîndar gelek zêde li komelê de mam, lê wezîfedarên tenduristiyê nehatin.Me ji polêsan pirs kir, ka çima ambûlans nayê, ji me re gotin ku kesên êrîşkar nahêlin.Em bi şiklekî çûn nexweşxanê.Lê bi min re eleqedar nebûn.Dû re ji ber ku xwîna ku ji çavê min diherikî, herîkî hundir ez xwîn verişiyam.Doxtor min sewqî nexweşxaneyeke din kir.Ez nêzî 2 seatan li benda ambûlansê mam.Ez seat 13.00an de birîndar bûm, lê encax di seat 18.00an de ez wesayîteke taybet gihaştim nexweşxanê.”

 “Ger ku zû mudaxele li çavê min hatibana kirin îxtîmal bû ku çavê min kor nebûba”

Atim di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir çavê wî li nexweşxaneya ku lê ameliyat bû  kor bû û wisa  li axavtina xwe zêde kir: “ Ez a niha nabînim, ev çavê min protez e.Taqdîra Xwedê, ger ku zû mudaxele li çavê min hatibana kirin îxtîmal bû ku çavê min kor nebûba.Lê ew ê Xweda ecra wê bidî min.Ew ji ber bawerîya me êrîşî me kirin.Ew ji ber ku em weke wan bawerî bi Lenîn  û Komîzîmê nedianî êrîşî me kirin.Dema ku çavê min kor bû min ji Xweda re wiha dua kir ‘Ya Rebbî! Min vê çavê xwe ji bo te qurban da, kesên ku kevir avêtin ne sebeba korbûna min in, birêvebirê HDPê bû sedem ku çavê min kor bibe.Ez van ji te re şikayet dikim.’Min ji wan kesên êrîşkar re digel ku kevir avêtin min jî min ji wan re nifir nekir.”

 “Me di bergeha mexûdûrê terorê de nehesibandin”

Atim di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir ji ber ku çavê wî kor bûye ew dev ji karê xwe berdaye û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Piştî van bûyeran Serokwezîrê Berê Ahmet Davutoglu diyar kir ku ew ê zirara  kesên mexdûr bên çareserkirin.Ji ber vê yekê me daxwaznameya xwe da walîtiyê.Ji me re gotin ku em ê bersivê bidin we.Lê çend meh derbas bûn û bersiv dan û ji me re gotin ku serîlêdanên we hatiye betalkirin. Me di bergeha mexdûrê terorê de nehesibandin.Me jî muracatî mehkemê kir.Mehkemeya me hêj berdewam dike.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir