• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
"Divê ku em xwedî li gelê xwe derkevin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Bajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu, Alîkarê Serokê Bajêr Metîn Turan û lijneya pê re gelê mexdûr a Sûrê ziyaret kirin û guhdariya pirsgirêkên wan kirin.

Tanrikulu di ziyaretê de wiha axivî: “Em hemî dizanin ku ji ber siyaseta çalan navçeya Sûrê ya ji navçeyên bajêr a herî xweş e bû kavil. Li vir însanên ku malên wan bûn kavil û hatin şewutandin hene. Me çendîn bar di derbarê mijarê de daxuyanî da. Hêj jî ji gel gazin tên. Tê diyarkirin ku malên wan nayên sazkirin, çareserî di derbarê malên wan de nayên kirin û ji kesên ku eşya û malên wan texrîb bûne pereke hindik tê teklîfkirin. Ev îthamên cidî ne. Em bawer nakin ku lijlneyên ji teref walîtiyê ve hatine wezîfedarkirin karên xwe baş pêk bînin.”

“Me ji 3 milyon Sûryeyî re deriyên xwe vekir, divê ku em xwedî li gelê xwe jî derkevin”

Tanrikulu destnîşan kir ji ber ku demsala zivistanê nêzîk dibe dê pirsgirêkên gel zêdetir bibe. Dûvre Tanrikulu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hêj jî kesên ku nikarin biçin malên xwe hene. Di derbarê vê yekê de wezîfeyên cidî yên hikûmetê hene. Me ji 3 milyon Sûryeyî re deriyên xwe vekir, divê ku em xwedî li gelê xwe jî derkevin. Piştî ku em rewşa gel a mexdûr hînbûn wek rapor me pêşewazê rêvebiran kir. Hemd ji Xweda re, hinek çareser bûn.”

“Divê ku herkes xwe bixe şûna gel”

Tanrikulu di domahiya axavtina xwe de wiha diyar kir: “Wan di 7 mehên ku çal vedabûn de 7 hezar ciwanên Kurd binax kirin. Ew bûn sedema xerabûna 17 navçeyên me û koçkirina gelê me. Ev yek çi faydeyê da gelê Kurd. Hêj jî gelê Kurd êşa geşedanên ku qewimî ji bîr nekiriye. Ji aliyeke din ve li navçeya Sûrê ji bo avahiyan fiyeta 3 sal berê ji gel re tê teklîfkirin. Ev pirsgirêk wiha nayê çareserkirin. Bi hezaran kesên ku mexdûrên Sûrê ku nikarin kirayên xwe bidin hene. Derfeta krêdiyê dane wan. Em hêvîdar in ku ew faydeya vê yekê bibînin.  Dewlet ji bo gel heye. Nexwe dewlet dê wefaya xwe ji dest bide.”

“Min him mal him jî dikana xwe ji dest”

Îbrahîm Mete pirsgirêkên xwe ji Tanrikulu re ragihand. Mete diyar kir ku di Taxa Fatîh Paşa de maleke wî hebûye û ji sala 2015an pê ve pirsgirêkên wê heye. Dûvre Mete wiha li axavtina xwe zêde kir: “Min him mal him jî dikana xwe ji dest. Min bi rêvebiran re hevdîtin kir. Soz dan lê mexdûriyetên me nehatin çareserkirin. Wek biha 40 hezar lîre dan mala me. Bi vê maleke nayê sitandin.”

“Agir berdan dikanên me, me dûbare saz kir wan dûbare şewitandin”

Ji hemwelatiyan Ahmet Yuksel wiha axivî: “Di gel tabîbûna bacê ya çendîn salan a min ez nexdûr bûm. Agir berdan dikanên me, me dûbare saz kir wan dûbare şewitandin. Em mexdûr in. Mexdûr. Meqbûzên min di berîka min de ne. 2 dikanên min bi eşyayên wê ve şawitandin.”

Esnafeke din Orhan Bîldîk wiha diyar kir: “Dewlet bi gel ava ye. Lê dewlet xwedî li însanên me derneket. Em hertim diaxivin lê encamek hilnagirin. Dewlet nekarî pêvajoyê bide meşandin. Însan çendîn meh di kolanan de man. Dewlet ji bo vê yekê heye.”

“Çendîn meh e ku em tazî ne, libaseke me tune ku em wergirin”

Ferhat Gumuşê ji nişteciyên Taxa Fatîh Paşa wiha diyar kir: “Lijneya tespîta xisarê bi şiklekî baş biryar nade. Ji me re dibêjin tazî bisekinin. Çendîn meh e ku em tazî ne, libaseke me tune ku em wergirin. Nejidiliyeke lijneyê heye. Qîmeteke kêm didin avahiyan. Mexdûriyeta me mîra wan nîne.”

“Dê dewlet wek qîmet 40 hezar lîre bide mala min”

Abdullah Bobrakê ku di Taxa Dabanogluyê de dijî wiha axivî: “Em jî wek protesto li dijî derbeyê bûn. Dibûya ku tankan me jî bipelizandiba. Ez 55 salî me. Li Dabanogluyê hatime dinê. Ez li wir dijîm. Dê dewlet wek qîmet 40 hezar lîre bide mala min. Ev yek dibe?” (ÎLKHA)











































Bu haberler de ilginizi çekebilir