• DOLAR 32.473
  • EURO 34.712
  • ALTIN 2436.353
  • ...
"Zimanê sexte a dîplomasiyê, rîyakartiya rûyên ku dikenin tu tişteke îfade nake"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokkomar Recep Tayîp Erdogan li Enqerê di bernameya ‘Gara Qetera Bi Lez û Bez’ de axivî. Serokkomar Erdogan wiha diyar kir: “Êdî ji bo me zimanê sexte a dîplomasiyê, rîyakartiya rûyên ku dikenin tu tişteke îfade nake.”

Erdogan ragihand ku dê ‘Gara Qetera Bi Lez û Bez’ bibe berhemeke bi sembol. Dûvre Erdogan wiha pê de çû:

“Vira Tirkiye ye. Li welatên herî pêveçûyî yên dinyayê de çi heye qe nebe dê li Tirkiyê jî ev bibin. Çima hesûdî dikin? Ji ber vê yekê em jî ji kesên ku hesûdî dikin re dibêjin; ‘bixebitin, bimeşin bila ya we jî hebe. Pirsgirêk ev e. Çima welatê min tevlêhev dikin? Çima li welatê min bi bacên ku hemwelatiyên min didin kesên ku derbeya 15ê Tîrmehê pêk tînin derdikevin holê? Ji ber vê yekê. Ev qeterihm, nemerd in. Ew welatparêz û miletperwer nînin.”  

Misûl…

Serokkomar Erdogan di derbarê mijara Misûlê de jî axivî. Erdogan wiha destnîşan kir: “Ez qala Mîsaqê Mîllî dikim ya, Mustafa Kemal xêzeke Mîsaqê Mîllî xêz kiribû. Ev yek hinek kesan nerehet kir. Hûn çima nerehet dibin? Ez dersê dîrokê didim. Lêkolîn bike. Lê binêre. Çi di wê Mîsaqê Mîllî de heye? Min qala Lozanê kir. Nerehet bûn. Hûn çima nerehet dibin? Giravên li ber pozên me. Ew girav yên me bûn. Di van giavan de berhemên me, dîrok, mizgeft û kerwanserayên me hene. Mêrik aciz dibe! Çima tu aciz dibî? Kê vê yekê îmza kiriye ew berpirsyar e.”

“Ji bo me êdî ne zimanê sexte a dîplomasiyê ne rîyakartiya rûyên ku dikenin û ne jî pesindanên sexte tu tişteke îfade nake”

Erdogan ragihand ku 15ê Tîrmehê ji bo Tirkiyê mîlad e. Ji ber vê yekê divê ku baş qala vê were kirin. Dûvre Erdogan wiha pê de çû: “Encameke bi xêr a 15ê Tîrmehê jî ew bû ku me dît da ku di hindir û derve de dost û dijminên me kî ne. Ji bo me êdî ne zimanê sexte a dîplomasiyê ne rîyakartiya rûyên ku dikenin û ne jî pesindanên sexte tu tişteke îfade nake. Em li mijara gelo kî di rojên zor û zehmet de li cem welat û miletê me ye û kî destê me digire, û deriyê xwe ji me re vedike li wê mêze dikin.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir