Êrîş li Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê hat kirin
Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Bulent Tezcan li Aydinê dema ku di resturaneke de bû dûçarê êrîşa çekî bû. Hat ragihandin ku Tezcan ji lingê xwe ve birîndar bûye.
Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Bulent Tezcan li Aydinê dema ku di resturaneke de xwarin dixwar dûçarê êrîşa çekî bû. Hat ragihandin ku Tezcan ji lingê xwe ve birîndar bûye. Serokê Bajarê Aydinê yê CHPê Barkan Kalinomuz diyar kir ku êrîşker piştî ku guleke berdayê slogan avêtiye û dûvre reviye.
Hat destnîşankirin Tezcanê ku ji lingê xwe birîndar bûye rakirine Nexweşxaneya Zanîngeha Adnan Menderesê. (ÎLKHA)