Li Pakîstanê êrîş li navenda polêsan hat kirin: 59 mirî
Hat ragihandin li Pakîstanê êrîşa çekdarî li navenda polêsan hat kirin.Di êrîşa ku hat kirin de 59 kes jiyana xwe ji dest dan û 117 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin 3 kesên çekdar li bajêra Kuettaya eyaleta Belucîstana Pakîstanê êrîş birin li ser navenda polêsan.Kesên êrîşkar nêzî 5 seatan nêzî 200 kesî rehîn girtin.Di bûyerên ku di êrîşa çekdarî qewimîn de 59 kes jiyana xwe ji dest dan û 117 kes birîndar bûn.
Ji teref Wezareta Karên Hundir ve di derbarê êrîşê de hat ragihandin di êrîşê de Keleşkof hatine bikaranîn û 2 kesên xwekuj bombeyên li ser xwe teqandine.(ÎLKHA)