Ji Efkan Ala pirsa 'Adil Oksuz' kirin
Wezîrê Berê yê Karên Hundir Efkan Ala di Komîsyona Lêkolîna Teşebûsa Darbeya 15ê Tîrmehê de axivî, di komîsyonê de ji Efkan Ala pirsa 'Adîl Oksuz' hat kirin.Ala, pirsa ku komîsyon jê pirs kir wiha bersivand 'Min navekî wisa nebihîst û nedît.'
Wezîrê Berê yê Karên Hundir Efkan Ala di berdewama axavtina xwe de pirsa ku komîsyonê jê kir wiha bersivand: “Ez vê pirsê pir şermezar dikim.Ewlehî û cendirmê girêdayê min bûn û me wî binçavkirin.Wê jî ji Wezareta Edaletê pirs bikin.Lêpirsîn hat vekirin, ev yek bi hakiman re têkîldar e.Yek ji wan wî berdide, dû re dozger îtîraz dike, di derheqê hakiman de doz hat vekirin.Kesê ku daraz serbest berdabe, ma ewlehî dikare bigre?Min jî ne wî navî bihîstî ye, ne dîtiye û ne jî wî nasdikim.”
Komîsyona Lêkolîna Teşebûsa Darbeya 15ê Tîrmehê çend pirsên cûrbecûr ji Efkan Ala kir û Ala jî pirsên wan bersivand.(ÎLKHA)