• DOLAR 32.461
  • EURO 34.822
  • ALTIN 2441.003
  • ...
"Dibe 500 hezar zarok di nav şerê de bimîne"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berpirsyarê Iraqê yê Fona Alîkariya li Zarokan a Neteweyiyên Yekbûyî (UNICEF) Peter Hawkîns roja sêşemê daxuyanî da. Hawkîns di daxuyaniyê de diyar kir ku bi 100 hezaran zarok û malbat bi xeterê re rû bir û mane. ku herî kêm 500 hezar zarok di nav şerê de bimînin.

Di daxuyaniya ku ji teref  UNICEFê ve li Elmanyayê hat dayîn de hat ragihandin ku ji ber operasyona Misûlê ji bo 150 hezar kesan li herêmê dûşa seyar û tuwalet, niyaziyên hîjyenîk û sîstemên avê hatine temînkirin. Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê di hefteyên beriya me de ji bo ku îhtiyaciya 350 hezar însanan were temînkirin dê melzemeyên alîkariyê biçe wir û ji bo zarokên ku trewma derbas kirine piştgiriya derûnî were dayîn û dê jo bo ku derziya felc û sorikê were kirin nêzî 50 tîman ji bo herêm were şandin.

Di daxuyaniyê de hat belavkirin ku ji meha Adara 2016an pê ve ji Misûlê 130 hezar însan reviye. Qomîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyiyên Yekbûyî (UNHCR) jî di daxuyaniya ku roja duşemê da de destnîşan kir îxtîmal e ku piştî operasyona Misûlê 100 hezar Iraqî li Tirkiye û Sûrî bisitirin.

Qomîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyiyên Yekbûyî (UNHCR) bang li civaka navneteweyî jî kir ku ji bo niyaziyên wekê çadir, qampên penaberan, melzemeyên zivistanê û sobe çavkaniyeke ya 61 milyon dolar were sazkirin. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir