"Ger ku em Mîsaqî Mîllî fêm bikin em ê berpirsiyara xwe ya li Iraqê jî fêm bikin"
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî merasîma vekirina Sala Akademîk a Hindekariya Bilind a Heyama 2016-2017an bû.Erdogan di merasîma vekirinê de destnîşan kir 'Ger ku em Mîsaqî Mîllî fêm bikin em ê berpirsiyara xwe ya li Iraqê jî fêm bikin.'
“ Nesla nû pêwîst e Mîsaqî Mîllî baş zanibe”
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di axavtina xwe ya ku li merasîmê kir de destnîşan kir pêwîst e nesla nû Mîsaqî Mîllî baş zanibe û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ger ku em Mîsaqî Mîllî baş fêm bikin em ê berpirsiyara xwe ya li Sûrî û Iraqê jî fêm bikin.Lê belê ger ku em fêm nekin em ê berpirsiyara xwe ya li Iraq û Sûriyê jî dê fêm nekin. Li ser Mûsilê berpirsiyariyeke me heye, ji ber vê yekê em ê hem li ser masê bin hem jî li qadê bin. Em hema jixweber vî tiştî bona qîl û qalê nabêjin. Tu dê ji mesafeyeke bi sedan kilomêtro dûr derkevî û werî, ev bona te heq e, çi ye, Bexdayê gazî kiriyê. Baş e lê 350 kilometro sînorê min bi vir re heye, her kêlî gefxwarin heye. Li vir berpirsiyariyeke min e dîrokî heye, ji ber vê yekê em ê li vir bin. Em ê hem li ser masê bin hem jî li qadê bin.”(ÎLKHA)