"Hêzên me yên hewayî jî beşdarê operasyona Misûlê bûne"
Serokwezîr û Serokê Giştî yê AK Partiyê Bînalî Yildirim di Civîna Komê de axivî. Yildirim di civînê de di derheqê operasyona Mûsilê de nirxandin kir.
Serokwezîr Yildirim di derbarê operasyona Misûlê de wiha diyar kir: “Kesên ku di operasyonê de li pêş in milîsên ku me li Başîkayê perwerde kiriye ne. Her wiha hêzên me yên hewayî jî beşdarê operasyona Misûlê bûne.”
Serokwezîr Yildirim gotina Serokkomar Erdogan wek bibîranîn wiha diyarkir: “Di operasyonê de dê em jî li ser masê bibin.” û destnîşan kir ku ew hêj jî li ser vî gotinê ne.
Yildirim wiha destnîşan kir: “Niha kesên ku di operasyonê de li pêş in milîsên ku me li Başîkayê perwerde kiriye ne. Bi hêzên Pêşmergê re beşdarê operasyonê bûne. Her wiha hêzên me yên hewayî jî beşdarê operasyona Misûlê bûne. Kesên ku digotin li Mûsilê karê Tirkiyê tune bersiva xwe sitandin.”
Yildirim bal kişand ku armanca Tirkiyê ew e ku li herêmê aşitî, ewlehî û îstîqrarê saz bike. Dûvre Yildirim wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji xeynî vî yekê tu armanc û hedefa me tune. Bila herkes vê yekê bizane ku dema tehdîtekê li dijî welatê me were çêbe demildest em çi hewce bike dikin. Ji bo vî yekê em mihtacê destûr û îcazeta tu kesî nînin. Dê Tirkiye ewlehiya sînorên xwe di her şert û mercê de wek parastin bidomîne.” (ÎLKHA)