Hulusî Akar bi hemkarê xwe yê DYEyî re hevdîtin kir
Serokê Sererkantiya Giştî Hulusî Akar li Washîngtona Emrîkayê bi Serokê Sererkantiya Giştî yê Emrîkayê Joseph Dunford re hevdîtin kir.
Hevdîtina di navbera Hulusî Akar û Joseph Dunford de nêzî du seatan berdewam kir.Hat ragihandin di hevdîtinê de di derheqê harekatên ku li Iraq û Sûriyê berdewam dikin de îstîşare hatiye kirin.
Di daxuyaniya ku di derbarê mijarê de hatiye dayîn de hat ragihandin di hevdîtinê de di derheqê harêkata Mûsilê de nirxandin hatiye kirin û wiha hat diyarkirin: “Nexasim ji bo kesên siwîl zirar nebînin axavtin hatiye kirin.”(ÎLKHA)