Erdogan di derbarê operasyona Mûsilê de daxuyanî da
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniya ku di derbarê Mûsilê da de destnîşan kir di operasyoneke ku tê da Tirkiye tunebe, em ji encamên wê operasyonê ne berpirsiyarin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Kongreya Hiqûqê ya Stenbolê ya Navteweyî de di derbarê Mûsilê de daxuyanî da. Erdogan di daxuyaniya ku da de wiha destnîşan kir: “Waye niha operasyona Mûsilê dest pê kir. Me ji wan ra got. Vêgavê Sererkanê min li Emrîkayê ye. Bi muxatabê xwe re hevdîtin kirin. Bi qasî saetek berê me ji Emrîkayê pê re di debarê gavên ku dê em ê biavêjin de xeber da. Û me ji wan re jî qala heman tiştî kir. Li qusûrê mêze nekin di operasyoneke ku tê de Tirkiye tunebe, em ji encamên wê ne berpirsîyarin. Em ê di operasyonê de jî û li ser maseyê jî hebin. Ne mimkûn e ku em li derveyê vê bimînin. Lewra li vir ji bona me dîrokek heye.”(ÎLKHA)