Li Behrareş bi lerza 4.8an erdhej pêk hat
Erdheja di mezinahiya 4.8an a ku li Behra Reş pêk hat li Stenbolê jî pê hat hisîn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di derdora seat 11.18an de li Behra Reş 11.4 kîlometre di binê erdê de erdhejek pêk hat.Erdheja ku li Behra Reş pêk hat li Stenbolê û li hinek bajêrên Behra Reş jî pê hat hisîn.
Lijneya Lêkolîna Jeolojî ya Emrîkayê di derbarê erdehejê de destnîşan kir erdhej di mezinahiya 5.3an de pêk hatiye.(ÎLKHA)