Walîtiya Mêrdînê di derbarê êrîşê de daxuyanî da
Ji teref Walîtiya Mêrdînê ve di derbarê êrîşa ku 3 esker tê de jiyana xwe ji dest dan de daxuyanî hat dayîn.
Li gor daxuyaniya ku hatiye dayîn teqemeniya ku berî niha li nêzî gundê Sultan Şêxmûsa Şemrexê ji teref PKKyiyan ve li ser rêbejê hatibû bicîkirin di derdora seat 11.20an de di dema derbasbûna wesayîta bi zirx a eskeriyê de hat teqandin.Di encama teqînê de 3 esker jiyana xwe ji dest dan.(ÎLKHA)