• DOLAR 34.502
  • EURO 36.465
  • ALTIN 2911.457
  • ...
Dê 'Ji Bo Nesla Qur'anê Îmtîhana Mealê' ya  bi diyariya Umrê bê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di derbarê mijarê de Serokê Platforma Nesla Qur’anê Beşîr Şîmşek  destnîşan kir Qur’an tercumeyeke ezelî ya kitêba kaînatê , terbiyekerê alema însanetîyê û murşîdeke heqîqî û rêberek e.Şîmşek dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Qur’an mufessirê temamê alemên ku xuya dikin û xuya nakin e.Qur’an kelamê Rebbê aleman e, Qur’an fermanê Ellah e.Divê em rojeva xwe li gor Qur’anê tayîn bikin û dîsa pêwîst e em eql û zihnên xwe bi nûra Qur’anê ronî bikin.”

Şîmşek di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir ji kesên ku dê bikin derecê re diyariyên umrê û yên mîna vê bên dayîn.

Li gor agahiyên ku Şîmşek di dawiya axavtina xwe de dane dîrok û katogeriyên îmtîhanê wisa ne:

Dîroka Serîlêdanê:             17ê Cotmehê- 17ê Mijdarê

Dîroka û Seata Îmtîhanê: 11ê Berfanbarê, Seat: 10.30, Roja Yekşemê

Çavkanî:                                  Nesla Qur’anê Kahniya Qur’anê(Kur’an Neslî Kur’an Pınarı)

Kategorî:                              Kategoriya Yekemîn: Ji Beşên 1-2yemîn

                                                Kategoriya Duyemîn: Ji Temamê Kitêbê berpirsîyar in.

Kesên ku dixwazin ji bo îmtîhanê serîlêdanê bikin divê pêşî ji ser malperên www.kurannesliplatformu.com   û  www.mealsinavi.com  serîlêdanê bikin û dû re jî pêwîst e vê serîlêdanê xwe li navendên serîlêdanê bidin tesdîqkirin.







Bu haberler de ilginizi çekebilir