• DOLAR 34.471
  • EURO 36.352
  • ALTIN 2938.574
  • ...
Malbatên ku ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin ji Serokomarî re name şandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbatên mahkûman çûn Şaxa PTTê ya li navçeya Baglara Diyarbekirê.Malbat nameyên ku berî niha nivîsandibûn ji Serokomar Recep Tayîp Erdoganî û ji xanima wî re şandin.

Piştî şandina nameyan li ser navê malbatên mahkûman Asuman Yapici axavtinek kir û destnîşan kir ew di nameyên ku şandine de mexdûriyetên xwe anîne ziman.

Yapici di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir naskirîyên wan bêsûc û belesebeb di girtîgehan de tên girtin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me nameyan, ji Serokomar Recep Tayîp Erdoganî û ji xanima wî re şand.Em hewil didin mexdûriyetên xwe bînin ziman. Naskirîyên me bêsûc û belesebeb di girtîgehan de ne.Ew kesên ku di wextê wê de ceza dan wan ango ew hakim û dozger a niha ji FETO hatine girtin û di girtîgehan de ne.Ger ku ev hakim û dozger hatibin girtin muheqeq qerarên ku ew dane jî xelet in.Zarok, kek û birayên me a niha belesebeb di girtîgehan de ne.”

Yapici di daxwiya axavtina xwe de ji Serokomar Erdogan teleb kir ji bo naskirîyên wan rêya darizandineke ji nû ve bê vekirin.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir