Komeleya Destê Merhemetê rapora fealîyetên xwe yên meha îlonê daxuyand
Komeleya Destê Merhametê yê ku li Çewlîgê karên xwe yên xêrê birêve dibe û endamê Platforma Kerwana Ûmudê ye rapora fealîyetên xwe yên meha îlonê daxuyand.
Li gor rapora ku hatiye daxuyandin komele di meha îlonê de di bihaya 118 hezar TLyê de ji kesên feqîr û hewcedar re alîkarî kiriye.
Di daxuyaniya ku ji teref komelê ve hatiye weşandin de Arîkarê Serokê Komeleya Destê Merhemetê Refîq Gonul destnîşan kir ew wek komelê di meha îlonê de ji kesên feqîr, jar, êtîm û bêkes re di bihaya 118 hezar TLyê de ji kesên feqîr û hewcedar re alîkarî kirine.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de Gonul ji kesên xêrxwaz û ji kesên ku di warê belavkirina alîkariyan de ji wan re bûne alîkar re teşekur kir.
Di dawiya daxuyaniyê de ji bo kesên ku bixwazin xêran bikin ev hesab hatin parvekirin:
Telefon: 0545 221 87 48 / 0426 214 69 70
Türkiye Finans Katılım Bankası A.Ş
Ş.A. a Banqeya Îştîraqê ya Turkiye Fînans:
IBAN: TR27 0020 6001 8702 0340 7500 01
Nimreya Hesabê: 2034075-1 hisaba tlê
Web: www.merhameteli.org (ÎLKHA)