• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Entabê 565 hezar pakêt cixareyên qeçax hat bidestxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ku li Entabê li dijî kesên ku qeçaxtiya cixareyan dikin serdegirtin hatiye lidarxistin. Di encama serdegirtinê de 565 hezar pakêt cixareya qeçax hatiye bidestxistin û 9ê wê biyanî bi tevahî 44 kes jî hatine binçavkirin.

Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Entabê ve hat dayîn de di têketin û derketina bajêr de li 14 wesayîtên ji hev cûda û adresan lêgerîn hatiye lidarxistin. Hat ragihandin ku di encama serdegirtinê de 565 hezar pakêt cixareya qeçax hat bidestxistin û 9ê wê biyanî bi tevahî 44 kes jî hatin binçavkirin.

Her wiha hat destnîşankirin ku li Entabê di van demên dawî de gelek kes li navenda bajêr dûçarê dizan bûne. Di encama xebatan de 6 hezar û 250 TL, 5 hezar û 600 dolar, zendikekê zêr û 8 telefon hatine bidestxistin û van teslîmê xwediyê wan kirine.

Di encama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi tevahî 8 kesên ku di derbarê wan de muemeleyên qanunî hatine kirin ji teref dadgehê ve hatine girtin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir