• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
 "Herêm bi xwîna Yasîn û hevalên wî li ser piyan e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Qoserê ji teref Şaxa Ciwaniya Qoserê ya HUDA PARê ve bi wesîla salvegera 6-8ê Cotmehê û Aşûrê bername hat lidarxistin. Di bernamê de Yunus Emîrogluyê Îlahiyatvan-nivîskar axivî. Emîroglu diyar kir ku herêm bi xwîna Yasîn û hevalên wî li ser piyan e.

Bername bi tîlaweya Qur’ana Pîroz dest pê kir. Endamê GÎKê yê HUDA PARê Mahmut Kilinç, Serokê Bajarê Mêrdînê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu, Serokê navçeyê Burhan Aydin û nûnerên STKyan beşdarê bernameyê bûn.

Axavtina bernameyê Serokê Şaxa Ciwanên Mêrdînê yê HUDA PARê Recep Fîdanci kir. Dûvre bernamevanê Rehber TVyê Yunus Emîroglu di derbarê girîngiya mijarê de axivî.

 “Şehadet, terefdarbûna heqiyê ye”

Emîroglu wiha dest bi axavtina xwe kir: “Roj, roja jan û kovana me ye. Îro Aşura, îro Kerbela, îro ew roj e ku Yasîn, Hudeyîn, Riyad, Cumalî, Turan, û Hasan ji Heqê re qurban bûne ye.” Dûvre Emîroglu diyar kir ku eşqa şehadetê bi Kerbela re dest pê nekiriye.

Dûvre Emîroglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di serpêhatiya mirovahiyê ya ku bi HZ Adem re dest pê kiriye de di her heyamê de Kerbelayek, Huseynek û Zeynebek heye û her tim wiha bûye. Lewra micadeleya heqê ya bi neheqiyê re rastî bingeha îmtihanê ye. Heke micadele tuneve îmtîhan ji bo çi ye? Yezîd xwest ku Hz Huseyn bîatê wî bike. Hz Huseyn jî wek bersiv got; ‘zilet ji me dûr e. Dê ez qet tapbiê te nebim.’ Heke Hz Huseyn li Yezpîd bîat bikira û bigota Yezîd xelîfe ye dê tu kesî dijî wî nesekiniya û îtîrazê nekiraba.”

Emîroglu bal kişand îradeya ku di bûyerên 6-8ê Cotmehê de derket holê him mesaja PKKê ya li herêmê û him jî ya hêzên şeytanî ya emperyalîstên Kureyî bû. Dûvre Emîroglu diyar kir ku tu wext ji vî tekoşînê dûr neyê sekinandin.

“Herêm bi xwîna Yasîn û hevalên wî li ser piyan e”

Emîroglu wiha pê de çû: “Me di serî de got keder û kovan. Erê rast e. Lê dê ev keder û kovan me bibe saedetê. Ji ber vî yekê xemgîn nebin. Şist nebin. Heke me tekoşîn nekirbûya herêm bûbû kavil. Heke herêm îro li ser piyan e bi xwîna Yasîn û hevalên wî li ser piyan e. Heke niha herêm li ser piyan e ji ber wêrek û cesareta egît û mêrxasên ku endamê şehadetê ne li ser piyan e.” (ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir