• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Serokê AK Partiyî ku PKK wê qetil kiribû hat definkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cinazeya Serokê Navçeya Pîranê yê AK Partiyê Deryan Aktertê ku di encama êrîşa çekî ya PKKê de hatibû qetilkirin piştî otopsiyê li Gundê Bazbentê hat definkirin.

Cinazeya Aktertê yê ku li Nexweşiya Selehaddîn Eyyubî muemeleyên otopsiyên hat kirin. Nimêza cinazeyê piştî nimêja nîvro hat edakirin. Miftiyê bajêr Burhan Îşlîyen, Wezîrê Gumrik û Bazirganê Bulent Tufenkçî, Alîkarên Serokên Giştî yên AK Partiyê Mehdî Eker, Cevdet Yilmaz, Waliyê Diyarbekirê Huseyîn Yilmaz, Serokê Navçeya Pîranê yê HUDA PARê Ercan Alpaslan û Parlementerên Diyarbekirê Ebubekîr Bal û Galîp Ensarîoglu beşdarê bernameya cinazê bûn.

Wezîrê Gumrik û Bazirganê Bulent Tufenkçî, Alîkarên Serokên Giştî yên AK Partiyê Mehdî Eker û Cevdet Yilmaz bal kişandin ku PKK maşeya hêzên tarî ye.

Wezîr Tifenkçî di merasîmê de wiha axivî: “Ev dema ku armancên xwe bidest naxin di van axan de birayên me şehîd dikin û fedî nakin jê re peyamê dişînin. Dema ku wî ji siyasetê nakin wê di kargeha wî de qetil dikin. Wek teqandina çekan div an axan de tu serkeftin nayê bidestxistin.”

“PKK, maşeya hêzên xayînan e”

Alîkarên Serokê Giştî yên AK Partiyê Mehdî Eker diyar kir ku PKK, maşeya hêzên xayînan e. Dûvre Eker wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ferq naxe nabeyna zar û zêçan êrîşê însanên mesûm dike. Di van demên dawî de rêvebirên AK Partiyê hedef digire. Deryan bi şehadeta xwe mesaj dide. Wekê birayên me yên ku li Wanê û Colemêrgê hatin qetilkirin.” (ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir