20 ton teqemenî hat bidestxistin
Li navçeya Sûra Diyarbekirê di ser mala ku PKKyî lê diman de hat girtin, di serdegirtinê de qamyoneteke ku hatiye dizîn û 20 ton teqemenî hat bidestxistin.
Di derbarê mijarê de ji teref Walîtiya Diyarbekirê ve hat destnîşankirin li Taxa Agaçdereya Sûra Diyarbekirê di ser maleke ku 2 PKKyî lê diman de hat girtin, di serdegirtinan ku hat kirin de qamyoneteke ku hatiye dizîn û 20 ton amonyum nîtrat hat bidestxistin.
Li gor daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Diyarbekirê ve hatiye dayîn di operasyonê de gelek alavên din ên ku di çêkirina teqemeniyê de tên bikaranîn hatine girtin.(ÎLKHA)