• DOLAR 32.452
  • EURO 34.753
  • ALTIN 2436.25
  • ...
"FETO berî vê 20 salan darbe li Mislimanan kir"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn gelek kesên ku xwediyê nasnameyê Îslamînê ji teref daraz û polêsên FETO ve bi kumpas û komployan hatin girtin.Malbatên van mehkûmên ku bi komplo û kumpsan hatine girtin bang li rayedaran kirin û teleb kirin ku ji naskirîyên  wan ên ku bi neheqî û kumpsan hatine girtin re rêya darizandineke nû bê  vekirin.Malbat her wiha destnîşan kirin ku FETO berî vê 20 salan darbe li Mislimanan kiriye.

Naskiriyên Yaqub Taşê ku bi kumpas û komployên FETO 17 sal e di girtîgehê de ye di derbarê mexdûrîyeta xwe de ji ÎLKHAyê re axivîn.Dê Makbule Taş, xwşik Sidîqa Taş û bira Bekîr Taş di derbarê mijarê de nirxandinan kirin û wiha destnîşan kirin: “Bi sedan xortên Misliman di girtîgehê de ne.Berî vê 20 salan ji teref FETO ve darbe li Mislimanan hat kirin.Sûcê wan tenê li camiyê dayîna dersa Qur’anê bû.Ev yek wek sûc hat qebûlkirin û ceza ji wan re hat dayîn.Kesên ku ji wan re ceza dan dozger û hakimên FETO bûn.Ew hakim û dozgerên ku ceza dan xortên me a niha di girtîgehê de ne. Ji ber vê yekê em teleb dikin ji bona mehkûman  rêya darizandineke nû bê vekirin.Di vê rewşê de em teqez ne efûyê darizandineke nû teleb dikin.”

Hamide Boldaga ku dêya Turan Boldagî ye jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “Ev bû 17 sal ku lawê min bêsûc û bêsebeb di girtîgehê de ye.FETO Mislimanan berhev kir û wan avête hebsê.Ew mehkûmên ku ji ber ku dersa Qur’anê dane, hatine girtin tev mexdûr in.Bes sûcekî wan tenê heye ku ew jî bicîanîna fermanên Xwedê ye.Ez bangî Serokomar û Serokwezîr dikim, bes e êdî bi edalet bin û ji van mehkûman re rêya darizandineke nû vebikin.”(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir