• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
 "Hisaba 6-8ê Cotmehê di stûyê hikûmetê de wek deynekê disekine"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di nirxandina rojevê ya ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hat weşandin de wehşeta ku di bûyerên 6-8ê Cotmehê de hat kirin cardin hat telînkirin û dû re wiha hat destnîşankirin pêwîst e hisaba bûyerên 6-8ê Cotmehê bê pirsîn û hisaba 6-8ê Cotmehê di stûyê hikûmetê de wek deynekê disekine û pêwîst e kesên ku van bûyeran dane pêkirin jî daxilî lêpirsînê bên kirin.

 “Piştî teşebûsa 15ê Tîrmehê çêtir hat dîtin ku wehşeta  6-8ê Cotmehê  bi piştevaniya Emrîka hatiye kirin”

Di daxuyaniya ku hat belavkirin de wiha hat destnîşankirin: “Emrîkaya ku li Sûriyê PKK/YPGê wek hêzên erdê bikar tîne, li Tirkiyê bi balyozxane û nexasim bi sefîrê Edenê  di serî de li Diyarbekirê û li temamên bajarên heremê fealîyetên sînsî tetbîq kir û xwest ku wê damara Îslamê ya ku di nava Kurdan de heye bi PKK/HDPê bide eciqandin. Piştî teşebûsa 15ê Tîrmehê çêtir hat dîtin ku wehşeta  6-8ê Cotmehê  bi piştevaniya Emrîka hatiye kirin.”

Di berdewama daxuyaniyê de gotinên Serokwezîr Bînalî Yildirim ên di derbarê bûyerên 6-8ê Cotmehê de gotibû bi bîr hat anîn û wiha pê de hat çûyîn: “Hisaba 6-8ê Cotmehê di stûyê hikûmetê de wek deynekê disekine.”

Sepanên 28ê Sibatê yên ku li hinek mizgeftên li Edenê tên tetbîqkirin

Di daxuyaniyê de bal li ser provakosyonên mizgeftan ên hêzên tarî yên li Edenê hatin kişandin û di derbarê mijarê de wiha hat diyarkirin: “Digel beyanetên musbet ên Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez û digel beyanetên musbet ên hinek rayedarên hikûmetê di hinek camîyên li Edenê de sepanên keyfî yên heyama 28ê Sibatê tên tetbîqkirin ku ev yek jî ne alameta tiştekî bi xêr e.”

Êrîşa ku li Yemenê li cihê taziyeyê hatiye kirin

Di berdewama daxuyaniyê de qala êrîşa hewayî ya ku ji teref hêzên koalisyona  ku  pêşkeşiya wê Erebistana Siûd dike li Yemenê li cihê taziyê hatiye kirin, hat kirin û êrîş bi tundî hat şermezarkirin.Bi heman awayî bang li îdarevanên welatên Îslamî hat kirin da ku dawî li vê şerê bê anîn.

Ji bo temamê metna daxuyaniyê bitikenin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir