"Werin em dest bidin hev da ku em li Rojhilata Navîn hizûr û aştiyê tesîs bikin"
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di 23emîn Kongreya Enerjiya Dinyayê ya ku li Navenda Kongreyê ya Stenbolê hat tertîpkirin de axavtinek kir.Erdogan di axavtina xwe ya ku kir de di derbarê Rojhilat Navîn de nirxandinan kir.
“Werin em dest bidin hev da ku em li Rojhilata Navîn hizûr û aştiyê tesîs bikin”
Erdogan di axavtina xwe de wiha destnîşan kir: “Ez bangî serokên bi qedr û qiymet ên dewletan û bangî beşdervanan dikim. Werin em dest bidin hev da ku em li Rojhilata Navîn,Sûriye û Iraqê hizûr û aştiyê tesîs bikin.Werin em ji bo aştiyê tiştê ku ji destên me tê bi şikleke herî baş bi kar bînin.”(ÎLKHA)