• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.98
  • ...
"Di 6-8ê Cotmehê de li Kurdistanê Kerbeleyekê din hat jiyandin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şaxa Ciwaniyan a HUDA PARê di Mizgefta Mezin a Diyarbekirê de ji Yasîn Boru û hevalên wî bernameya mewlîdê lidar xist. Melayê Mizgefta Mezin Seîd Yaz di bernamê de axivî. Yaz, Yasîn Boru û hevalên wî anî bibîranîn û ragihand ku di 6-8ê Cotmehê de li Kurdistanê Kerbeleyekê din hat jiyandin.

Bername bi Tîlaweta Qur’ana Pîroz dest pê kir, Kurmancî û Tirkî mewlîd hat xwendin. Melayê Mizgefta Mezin Seîd Yaz di bernamê de axivî. Yaz wiha destnîşan kir: “Em di meha Muherremê de ne. Piştî 3-4 rojan salvegera Kerbelayê ye. Zalim, Zulm û kufr tu wext ranazê. Heta ku kufr û şîrk hebin dê îman, Îslam û Misliman jî her wext hebin.”

Yaz bal kişand ku Yasîn Boru û hevalên wî ji teref PKKê ve hatine qetilkirin. Dûvre Yaz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di 6-8ê Cotmehê de li Kurdistanê Kerbeleyekê din hat jiyandin. Kerbelayekê wisa bû çawa ku kesên Huseyn û ehlê beytê ji ava Dîcleyê mehrûm hêştin di vî herêmê de hewl dan ku Mislimanan ji îman, Îslam û Qur’anê mehrûm bikin. Lê hesaba wan negirt. Ev bû sembolek. Wekê ku di Qur’anê de hatiye fermankirin; ‘Heta ku hûn xwe neguherînin ez we naguherînim.’ Ev bu guhetin û zivirandinekî. Ev bû yekitî. Ev bû mîlad. Hinek canan canê xwe feda kirin lê umet înşaellah bû yek.”

Yaz wek dua ragihand ku Îslam namûsa ekber e. Dûvre Yaz duaya xwe wiha domand: “Namûsa herî mezin Qur’an e. Şerefa herî mezin Resulullah e. Kengî sencaxa ku wî daye hejiyaye wê çaxê Mumînan îzzet û şerefa xwe ji dest dane. Di erdnîgara Îslamê de xwîn diherike. Xweda yekitiyê bike nesîbê me.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir