• DOLAR 32.471
  • EURO 34.842
  • ALTIN 2441.74
  • ...
"Bûyerên ku li Tirkiyê û li Rojhilata Navîn diqewimin bi hev re têkildar in"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yasîn Boru û hevalên wî yên di bûyerên ku bi hinceta Kobanê di 6-8ê Cotmehê de ji teref PKK/HDPyiyan ve hatin qetilkirin de dema ku goştê qurbanê belav dikirin hatibûn qetilkirin di panela ku hat lidarxistin de hatin bibîranîn.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Bahattîn Temel û Serokê Giştî yê Cemiyeta Mafên Însanan Mehmet Karadag beşdarê bernameyê bûn. Beşdarvanan êrîşên 6-8ê Cotmehê ji ÎLKHAyê re nirxandin.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Bahattîn Temel diyar kir ku Yasîn Boru û hevalên wî xwe ji bo civakê feda kirine. Dûvre Temel wiha li axavtina xwe zêde kir: “Yasîn Boru û hevalên wî wekê ciwanê ku bawerî anîbû û bûbû sedema hedîseya Ashab-i Uhdud xwe ji bo civakê feda kirin. Ev yek jî bû wesîla hûşyarbûna civakê, bi şiûrbûna Mislimanan ku zalim jî gav bi gav ber bi dujehê ve çûn.”

Her wiha Temel bal kişand kesên ku Yasîn Boru û hevalên wî qetil kirine dê dûçarê ziletê bibin û ev rêxistina zalim gel wisa dabir kiriye ku û zextê lê dike ku tu kes berê ji vê rêxistinê re nedikariya bigotaba ‘qral tazî’ ye.

 “Divê ku di derveyê welat û hûndirê welat de Misliman bibin yek”

Temel wiha pê de çû: “Têkiliya bûyerên ku li Tirkiyê diqewimin bi bûyerên ku li Rojhilata Navîn diqewime re heye. Hedef ew bû ku Tirkiyeyê gav û gav piştî bûyerên ku li Sûrî diqewimiya di serî de herêma me dûvre hemî Tirkiyeyê bikêşin nav çembera emperyalîstan. Bê şek ji bo vî yekê pir hewl hat dayîn. Em bûn şahidê derbeyê. Gor wan heta ku ew encamekê di derbarê vî yekê de bidest bixin dê ev bidome. Ji ber vî yekê divê ku di derveyê welat û hûndirê welat de Misliman bibin yek.”

Serokê Giştî yê Cemiyeta Mafên Însanan Mehmet Karadag dest nîşan kir ku şehîdan maskeyên şehîdan xistine. Dûvre Karadag wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em dibînin ku di pêvajoya 2 salan de çawa vê yekê kirin û ketin rewşekî xerab. Em vî yekê wek bereketa xwîna şehîdan dihesibînin.”

“Xwîna şehîdan bû wesîla sazbûna wehdet, yekitî û wehdeta Mislimanan”

Karadag bal kişand ku xwîna şehîdan bû wesîla sazbûna wehdet, yekitî û wehdeta Mislimanan. Dûvre Karadag wiha pê de çû: “Piştî bûyerên 6-7ê Cotmehê cemaetên Îslamî yên ku ji herêmê haydar nîne hemd ji xweda re wan jî piştî bûyeran bi şiklekî baş bûyeran nirxandin. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir